Turkdogan: Dev ji revandin, sîxûrî û îfade girtina bi zext berdin 2018-11-16 14:02:23   ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir k udi 10 mehan de 67 kesên îfadeyên wan bi rêbazên zext û tehdîd hatine girtin, ferzkirina sîxûriyê û rêbazên revandinê li komeleya wan dane û bang li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê kir û xwest demildest dev ji van pêkanînan bê berdan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora “Îfade girtina bi rêbazên tehdît û zextan, kirina mulakatê, sîxûrî û revandinê” ya taybet bi raya giştî re parve kir. Ji bo aşkerekirina raporê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîn hat lidarxistin û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan rapor xwend. Turkdogan beriya aşkerekirina raporê bal kişand ser binçavkirina akademîsyenan û zextên li ser akademîsyenan wek binpêkirina mafan nirxand û xwest demildest bên berdan.    ‘MALBATAN TEHDÎT DIKIN’    Turkdogan anî ziman ku di serî de li Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê xwendekar, rojnameger û aktîvîst bi darê zorê û di bin zext û tehdîan de îfadeyên wan digirin, dikin sîxûr û malbatên hin kesan jî tên tehdîtkirin. Turkdogan diyar kir ku ev kesên tên binçavkirin bi her rêbazên xerab, kuştin û girtinê tên tirsandin.    PÊKANÎNÊN DERVEYÎ QEYDAN    Turkdogan got gelek kesên di demên dawî de li derveyî qeydan tên binçavkirin û îfadeyên wan tên girtin û bi taybetî ciwanan bi erebeyên otomobil direvînin, rûpoş dixin serê wan û bi rojan tên derbkirin û li cihên bêxwedî wan berdidin. Turkdogan da zanîn ku ev pêkanînên bi van rêbazan JÎTEM’a salên 1990’an tîne bîra mirov û ev jî rê li ber xetereyê vedikin.    ‘DI ŞEXSÊ 67 KESAN DE CIVAKÊ DITIRSÎNIN’    Turkdogan daneyên serlêdanên ji bo şaxên komeleya wan aşkere kir û got bi rêbazan dij mirovane di 10 mehên dawî de 14 kes serî li Şaxa Stenbolê, 7 kesan serî li Şaxa Amedê, 19 kesan serî li şaxa Îzmîrê û 4 kesan serî li Şaxa Enqereyê dan e. Turkdogan destnîşan kir ku bi van rêbazên mîna revandin, îşkence, tehdîtkirin, derbkirin û girtinan dixwazin di şexsê kesan de civakê bitirsînin û qedexeya îşkence û muamela xerab hatiye binpêkirin.    BANG LI MECLÎSÊ KIR    Turkdogan xwest demil dest dev ji van pêkanîna bê berdan û banga li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê kir van pêkanînan lêkolîn bike û dawî lê bê anîn.    Turkdogan di dawiya raporê de daxwazên ew wek komele dikin rêz kir û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.