Li Amed 74 kes hatin binçavkirin û 38 kes hatin girtin 2018-11-16 13:28:31   AMED – Li Amed û Xerpêtê di operasyonan de keya jî di navde 74 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin jê 38 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li Amed, Colemerg û Xerpêtê der barê 93 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Li ser vê biryarê li Amed, Colemêrg û Xerpêtê polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girt. Di operasyonên ku polîsên tîmên taybet bi alîkariya helîkopteran pêk anîn de li navçeyên Yenişehir, Rezan, Peyas, Sûr, Pîran, Erxenî, Çermûk, Çunguş, Lice, Hênê, Hazro  yên Amedê û Dep a Xerpêtê, di navde 7 keyayên taxan jî heye 74 kes binçav kirin. 19 kes jî ji ber ne li malên xwe bûn nehatin binçavkirin. Ji 74 kesên sewqî edliyê hatin kirin jê 38 kes li dadgehê hatin girtin. 36 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Walîtiya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û îdîa kir ku bi sedema bi endamên rêxistinê re tev geriya ne û propaganda kirine hatine binçavkirin û girtin.