Karabat ê CHP'î: Lêçûna Wezîrê Karên Derve ji sedî 40 zêde bûye 2018-11-16 13:17:40   STENBOL - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Karabat, di çarçoveya niqaşên butçeyê yên li Meclîsa Mezin a Tirkiye berdewam dike de bal kişand ser zêdebûna lêçûna butçeya Wezareta Karên Derve û wiha got: "Sala par lêçûna butçeya wezaretê 3 milyar û 310 milyon bû. Lê îsal lêçûna butçeyê derket 4 milyar û 635 milyonan. Ji sedî 40 lêçûn zêde bûye û ev pir balkêş e.    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Karabat, di çarçoveya niqaşên butçeyê yên li Meclîsa Mezin a Tirkiye berdewam dike de axaftin kir. Ozgur Karabat, bal kişand ser zêdebûna lêçûna butçeya Wezareta Karên Derve û wiha got: "Sala par lêçûna butçeya wezaretê 3 milyar û 310 milyon bû. Lê îsal lêçûna butçeyê derket 4 milyar û 635 milyonan. Ji sedî 40 lêçûn zêde bûye û ev pir balkêş e." Karabat, anî ziman ku piştî hilbijartina 24'ê hezîranê êdî hin wezîr bê tesîr bûne û wiha got: "Di navbera Serokomar, Wezîrê Karên Derve, Lijneya Ewlehiyê û Polîtîkayên Derve û Wezareta Karên Derve de têkiliyek çawaheey nayê zanin. Li şûna Wezîrê Karên Derve û buroktarên wî, li Serokomariyê Lijneya Wezareta Karên Derve hatiye avakirin. Ev nayê famkirin. Di polîtîkayên derve de ji gotinên Wezîr zêdetir hewldanên berdevkê Serokomariyê derdikevin pêş.    'DI 3 SALAN DE 461 KEDKARÊN TENDURISTIYÊ ÎNTÎHAR KIR'    Parlamenterê CHP'ê Ozgur Karabat li meclisê bal kişandibû ser rewşa tenduristiyê jî û wiha got: "470 hezar kedkarên tenduristiyê li benda kar in. Di 3 salên dawî de 461 kedkarên tenduristiyê întîhar kirin. Karkerên tenduristiyê ji sedî 62 rastî tundiyê hatin. Ev hemû encama polîtîkayên AKP'ê ye.