HDP’ê li Rihayê dest bi xebatên hilbijartinê kir 2018-11-16 13:00:59 RIHA – Rêxistina Bajêr a HDP’a Rihayê starta xebatên hilbijartina herêmî da. Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar got ew armanc dikin ku hemû şaredariyên li Rihayê bi dest xistin.    Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi civînek çapemeniyê starta xebatên hilbijartina herêmî da. Civîn li otelek li Rihayê hat lidarxistin û pankarta “Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin” daliqandin.    Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar di civînê de axivî û ragihand ku wan dest bi xebatên xwe yên xebata hilbijartina 31’ê Adara 2019’an kiriye.    Kizildamar bal kişand ser amadekariyên kirine û got: “Em wek HDP’ê ji bo em hemû pirsgirêkên civakî û aborî yên Rihayê çareser bikin amade ne. Em bi bawerin ku em ê şaredariya Rihaya xwe bi dest bixin. Di hilbijartina pêşiya me de armanca me ew e ku em hemû şaredariyên li Rihayê bi dest bixin. Armanca me ew e em li Rihayê serkeftinê pêk bînin. Çimkî pêdiviya Rihayê bi vê yekê heye. Em hemû kirinên AKP’ê ya 16 salan a li Rihayê dibînin. Me dest bi xebatên xwe yên çareseriyê bîne Rihayê kiriye. Em bi pirsgirêkên Rihayê û bi pirsgirêkên wê jî dizanin. Em dixwazin van bendewariyan bibersivînin. Ji bo em çareseriyên nû li dijî pirsgirêkan hilberînin amade ne.”    Kizildamar daxuyand ku serlêdanên ji bo bernamzetiyê dê di 20’ê mijdarê de dest pê bikin û heta 5’ê kanûnê dewam bikin.