‘Li dijî tiryakên hişbirê divê koordinasyonek xurt bê avakirin' 2018-11-16 11:21:06   AMED - Akademîsyen Mustafa Altintop bal kişand ser zêdebûna tiryakkêşên hişbirê û anî ziman ku bandora koçberiya bi zorê, betalî, xizanî nediyariya pêşerojê li ser tiryakê zêde ye. Altintop, xwest hemû saziyên berpirsiyar, erkê bigirin ser xwe û koordinasyonek xurt ava bikin.   Li gorî rapora 2018'an ku daneyên Rêxistina Têkoşina bi Sûc û Tiryakê re ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) a 2017'an esas girt, li tevahiya cîhanê 250 milyon kes tiryakê hişbirê ne. Li Tirkiye jî li gorî jimareyên fermî, di 3 salên dawî de ji sedî 20 tiryakê hişbirê zêde bûne. Li gorî vê yekê hêjmara tiryakên hişbirê gihiştiye 1.5 milyon kesan. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir sala par ji ber hişbirê 941 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiye nêzî 100 navendên tedawiyê hene û piraniya wan dem kurt û li ser piyan xizmeta dermankirinê didin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, çend sal berê gotibû “Polîs erkdar e ku piyê firoşkerê tiryakê bişkîne. Walî, Qeymeqam û şaredar erkdar e ku van avahiyên xalî xera bike." û ferman dabû.    Akademisyên ê ji Beşa Zanistiyên Civakî ya Zanîngeha Adiyamanê hatibû îxrackirin Mustafa Altıntop û li ser tiryakê tes amade kiribû, li ser polîtîkaya tiryak û tiryakkêşan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    Altintop, diyar kir ku tiryakêşî li bajarê mezin zêdetir e û wiha got: "Sedema zêdebûna tiryakêşiyê ya li Bajarê mezin li ser bingehê civakîbûnê ye. Kesên nikarin li dijî çanda bajarvaniyê, betalî, koçberî û xizaniyê şer bikin dikevin bin bandora tiryakê. Min tesa xwe ya mastirê li ser tiryakê amade kir. Min bi tiryakêşekî re hevdîtin kir. Got 'Ev cîhan bi min pir giran e. Divê ez ji bo xwe cihanek îdîal ava bikim'. Ev cîhan ji bo wan pir giran tê. Em dibînin ku li vê cihanê rastî gelek astengî û zahmetiyan tê. Nikare van astengiyên li pêş xwe rake."    KOÇBERIYA SALÊN 90'AN TRAVMA ZÊDE KIR   Altintop, da zanîn ku li gorî daneyên Midûriyeta polîsan û Wezareta Karên Hundir bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê yên erdnîgariya kurdan, di aliyê tiryakê de bajarên “kritik” in. Altintop, der barê têkoşîna li dijî tiryakê ya li Bajarê Amedê jî çavdêriyên xwe parve kirin û wiha got: "Li Erdnîgariya bajarê kurdan di salên 90’an de koçberiyek mecbûrî çêbû. Hin pirsgirêk û astengiyên ku hêzên bajar jiyan, hin tevgerên civakî, demên pevçûnê yên polîtik bandor li ser tiryakêşiyê çêkiriye. Em dibînin ku di salên 90’an de li Amedê mirovên travmatize bûne hene. Li vir betalî û xizanie ji zêde ye. Li aliyekî li dijî xizanî û betaliye li aliyê din li dijî koçberiyê dest bi tiryakê dikin.   HERÎ ZÊDE LI SÛRÊ TIRYAK ZÊDE YE   Altıntop, destnîşan kir ku li Amedê herî zêde li navçeya Sûrê tiryakêşî zêde ye û wiha lê zêde kir: "Kesên ku niha tiryakê dikişînin pêtir  mirovên di salên 90’an de ji cih û warên xwe hatine koçkirin in. Ev balkêş e. Ev mirov piştî koçeriyê ketin nava rewşek travmatik. Vê yekê ew xistine nava tora tiryakê. Li navçeya Sûrê beriya şerê Sûrê kesên tiryakêş daketibûn asta herî kêm. Şaredariyê ji bo vê yekê xebat dikirin. Saziyên civakî aşkere li dijî tiryakê xebat dikirin. Lê piştî şerê Sûrê gelek malên li Sûrê hatin xerakirin. Ev mirovên ku xaniyê wan hatin xerakirin piştre dê kengî li ku û çawa bijîn nediyar e. Ev mirov fikara wan a ewlehiyê heye. Li vir li dijî tiryakê têkoşînek cîdî û xurt tune ye. Rêbaza Wezîr a şikandina nikan rê li pêş tiryakê nagire. Divê tedbîrên demdirêj û parastine bên girtin.    Navenda Lêkolîn û Tedawiyê ya Tiryakên Maddeyên Hişbir û Alkolê (AMATEM), Navenda Tedawiya Tiryakên Madde ya Mezin û Zarokan (ÇEMATEM) wekî navendên detoksê tên emilandin. Lê ev têr nake. Yanî ev mudaxale tenê bi dermanan çareser nabe. Divê termankirina derûnî, tedbîrên civakî û ewlehiyê jî bên stendin. "    Altintop, herî dawî xwest hemû sazî û rêxistinên civakî dest bidin hev û koordinasyonek xurt ava bikin.