Li Rihayê muxtarek hat binçavkirin 2018-11-16 10:43:28 RIHA - Muxtarê Taxa Aşagi Karkutlu yê Bêrecûk, Ethem Polat hat binçavkirin.    Muxtarê Taxa Aşagi Karkutlu yê navçeya Bêrecûk a Rihayê Ethem Polat hat binçavkirin. Cendirmeyan duh bi şev bi ser mala Polat de girtin, 2 saetan lêgerîn pêk anîn û bêyî ku tu hincetan nîşan bidin binçav kirin. Hat diyar kirin ku Polat li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê tê girtin.