Gelek akademisyen hatin binçavkirin 2018-11-16 10:28:42   STENBOL - Gelek akademîsyeyên Prof. Betul Tanbay û Prof. Turgut Tarhanli jî di nav de hatin binçavkirin.    Li gorî agahiyan, di saetên serê sibê de gelek hîndekar û akademîsyên hatin binçavkirin. Navê hin akademîsyenên hatin binçavkirin wiha ne: Hîndekara Zanîngeha Bogaziçî Prof. Betul Tanbay, Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgi Prof. Turgut Tarhanli, ji Anadolu Kultur ku Osman Kavala serokatiya wê dike Meltem Aslan Çelikkan, Yigit Ekmekçi, Çigdem Mater, Asena Gunal û Hakan Altinel.