Qeyûmê hemû malê şaredariya Wanê firot û şaredari kir qereqol 2018-11-16 10:24:09 WAN - 2 sal berê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê DBP'ê de bû kirin. Qeyûm piştî tayînî şaredariya Wanê bû, hemû mal û milkê şaredariyê firot û şaredarî di bin deynan de hişt. Li aliyê din deriyê şaredariyê li gel hat girtin û kirin wekî qereqola polisan. Rapora Dîwana Muhasebatê jî bi belgeyan vê yekê piştrast dike.  Di ser tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re 2 sal derbas bûn. Di 17'ê Mijdara 2016'an saet di 04.00'an de li dijî Hevşaredarê DBP'î yê Wanê Bekîr Kaya û gelek siyasetmedar operasyon pêk hat û Kaya binçavkirin. Piştî Hevşaredar Kaya girtin 2 saet şûnde Wezîr Soylu Waliyê Wanê Îbrahim Taşyapan tayînî şaredariyê kir. Gel serê sibê li ber avahiya şaredaryê kom bûn û qeyûm şermezar kir. Polîsan bi ava şit gel û karkerên şaredariyê belav kir. 17'ê Mijdarê di heman demê de darbeya li dijî şaredariyên gel in. Şaredarî ji destê gel derketin û dora avahiyên şaredariyan bi blokên betonî û polisan hatin pêçan. Welatî û xebatkarên derbasî şaredariyê dibin bi dehan caran di lêgerîn û kontrolê re derbas dibin. Bi sedan karker û xebatkarên şaredariyê ji kar hatin avêtin. Bi dehan saziyên girêdayî şaredariyê hatin girtin. Mal î milkê şaredariyê hat firotin û pêşkêşî hevkarên qeyûm û AKP'îyan hatin kirin. Rapora Dîwana Muhasebatê ji vê yekê piştrast dike.    DERÎ LI GEL HATIN GIRTIN   Qeyîm piştî hat ser kar, ewil deriyê şaredariyê li gel girt. Saziyên jin, ciwan, zarok, perwerde û çandê yên di bin baneyên şaredariyê de xizmetê didin gel, yek bi yek hatin girtin û kilît li deriyê wan hatin xistin. Navenda Jiyana Jinê, Navenda Çanda Nuda, Stargeha Jinan, Malên Piştgiriya Perwerdehiyê û Krêşên Zarokan ku her yek projeyên şaredariya DBP'ê bûn, yek bi yek hat klîtkirin. Dîsa dora avahiya şaredariyê bi dîwarên peton ên 3 metreyan pêça. Li aliyê din polîs û maşîneyên zirxî tanîn ber deriyê şaredariyê û yek bi yek di kontrola nasnameyan û lêgerînê re derbas dikin. Piştre dest bi îxrac û dûrxistina karker û personelên şaredariyê kirin. Hemû personelên ku di serdema DBP'ê de kiribûn kar tev ji kar dûr xistin. Dîsa bi KHK hemû karker ji kar derxistin. Piştî qeyûm tayîn bû, di nava şaredariyên Tirkiye de şaredariya herî zêde karker ji kar hatin dûrxistin bû Şaredariya Wanê. Nêzî 2 hezar kes hatin îxrackirin. Der barê sedan kesan de lêpirsîn hat vekirin. Bi sedan karker jî bi îdîa û sucdariya "HDP'î ne" ji kar hatin avêtin. Li şûna wan mirovên nêzî îktidarê hatin bicihkirin. Dîsa li 101 xebatkarên ku qeyûm şermezar kirin doz li wan hat vekirin û salek şûnde beraet kirin.    MECLÎS FESH KIRIN   Meclîsa Şaredariyê piştî qeyûm tayîn bû, ji aliyê qeyûm ve hat fesihkirin. Qeyûn ku şaredardî xist bin deynan vê carê dest bi firotina mal û milkê şaredariyê kir. Gelek zeviyên şaredariyê bi erzanî firot xizm û hevkarên xwe. Qeyûm di nava 2 salan de 150 milyon TL krêdî kişand.  Qeyûmê Otopark a pir qatî ku 6 hezar û 662 metrekare erdê wê heye û nêzî 500 maşine lê bi cih dibin derxist firotinê. Dîsa kargeriyên otoparkê jî derxist firotinê. Cihê Şaredariya Wanê ku 66 hezar û 392 metrekare ye û 10 sal berê bi kiraya 17 milyon û 500 hezar tl dabû Sîteya Galerîvanan, bi kîraya 19 milyon û 500 hezar tl da VOTAŞ ku di Tirkiye de tesîsa herî mezin a sewalkarî û çandiniyê ye. Dîsa 80 dikanên ku City Van AVM jî di navde ji bo 3 salan da krê. Gelek zevî û malên şaredariyê yên biçûk û mezin di nava 2 salan de hatin firotin.    FONA YE BETAL BÛ   Rêveberiya Qeyûmê projeya "Tesîsa Parzinandina Ava Bermahiyê" ku ji aliyê şaredariya DBP'ê ve hatibû amadekirin û Yekîtiya Ewropa (YE) 53 milyon Euro hibe dabû, belat kir. 2.5 qat faîz da Banka Bajaran û 100 milyon TL kredî kişand. Rêveberiya Qeyûmê projeya hîbeyê betal kir û kredî i Banka Bajaran kişand. Hîbeya 53 milyon Euro ya YE'ê red kirin. Bi vî şiklî 250 milyon TL deyn li şaredariyê çêkir.    OTOPARK KIRIN AVM    Rêveberiya Qeyûm Otoparka pir qat a ku di serdema DBP'ê de bi 7 milyon TL hat avakirin, derxist firotinê. Qeyûmê otopark kir qada AVM'ê. Qeyûm avahiya şaredariya berê jî derxist firotinê. Lê piştî gel bertek nîşan da dest ji firotinê berda. Di rapora Dîwana Muhasebeyê de jî hat xuyakirin. Di rapora 2017'an de hat diyar kirin ku gelek mal û milkê şaredariyê hatiye firotin. Dîsa hat diyar kirin ku gelek kedî bi faiza zêde hatiye kişandin.    MAL Û XIZMET DA HEMAN KESAN   Dîwana Muhasebatê di raporê de diyar kir ku qeyûm mal û xizmet daye heman kesan û li dijî pîvan û rêgezên îhaleyê daye û nelirêtî kiriye. Dîsa di raporê de hat diyar kirin ku di çêkirina rêyên bejayî de nelirêtî û dijqanûnî kirine.  Di sala 2017'an de Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê ji xeynî KDV 163 milyon û 291 hezar 913 TL li çêkirina rêyan hatiye xerçkirin. Lê çêkirina rêyan nehatiye şopandin.