Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîn û raporên Sayiştayê kêm in 2018-11-16 09:29:14 AMED – Alîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê yê berê Huseyîn Bayrak, bal kişand ser raporên Dîwana Muhasebatê yên der barê qeyûm de. Bayrak diyar kir ku ji bo projeya biray a di dema rêveberiya DBP'î de di sala 2017'an de 26 milyon lîre pere hatiye dewrkirin û tevî vî pereyî bi giştî 36 milyon lîre kêmasî heye.  Alîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê yê berê Huseyîn Bayrak, raporên Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) ên der barê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin nirxandin û destnîşan kir ku di evan raporan de agahiyên kêm hene.    Bayrak, anî ziman ku Dîwana Muhasebetê raaporên xwe yên der barê rêveberiyên herêmî de di 3 mehên ewil ên sala din de aşkere dike, lê belê piştî qeyûm hatin tayînkirin rapor hatine taloqkirin. Bayrak, got ev yek tê wateya ku hin tişt ji raya giştî tên veşartin. Bayrak bi bîr xist piştî rapor hatin daxuyandin Alîgirê Serokê Ji Karên Venêrînê Berpirsiyar ê Dîwana Muhasebetaê Fîkret Çoker ji kar hatiye girtin û got: "A rast fikra wan ew bû ev rapor piştî hilbijartina herêmî ya 2019'an bên aşkerekirin. Lê ji ber beriya wê hatin aşkerekirin wan ji kar dûrxistin."    ŞAREDARIYÊN DBP'Î BÊTIR HATIN LÊKOLÎNKIRIN    Bayrak, raporên sala 2016 û sala 2017'an ên Şaredariya Mezin a Amedê dan ber hev û destnîşan kir ku bi vê yekê jî aşkere ye raporên şaredariyên DBP'î bêtir û berfirehtir hatine lêkolînkirin. Bayrak, diyar kir ku ji ber DBP muxalif e bi berfirehî hatiye kirin û got: "Hem ji ber lêkolînkirinên partiya siyasî hem jî ji ber ên dewletê mirov mecbûr e kar li gorî esas û usûlê rast bike. Di şaredariyên DBP'î de ev yek wisa ye. Ji bilî hin îstisnayên taybet tu xeletî û şaşî di wan de tune ye."    Bayrak, destnîşan kir ku lêkolînên di 2017'an de hatine kirin ne berfireh in û got: "Îhaleyên di 2017'an de hatin kirin gelek jê li gorî madeya 21-b'yê ya Qanûna Îhaleyê ya Cemaweriyê hatin kirin. Loma divê Dîwana Muhasebatê evan dosyeyan hemûyan lêkolîn bike. Divê encama raporan lê bê zêdekirin. Lê belê der barê madeya 2-b'yê de tu lêkolîn tune ne. Tu dibê qey destek lêkolîneke hûrgulî kiriye û rê li ber vê girtiye."    ‘KARMENDÊN QEYÛM ŞÛNA MECLÎSAN GIRTIN'    Bayrak, der barê lêkolînên raporên ji bo lêçûnan jî got: "Divê xebat bê hesabkirin. Di dawiya evan hesaban de tabloya lêçûnan a texmînî tê amadekirin. Deramet tên diyarkirin û paşê danberhevî tê kirin. Ger valahiyek hebe, divê hûn deynan bikin. Me di mehên dawî yên sala 2016'an de hesabên xwe hemû kiribûn. Me ji bo sala 2017'an hevsengiyeke 700 milynî ya deramet-lêçûnan çêkiribû. Meclîsa şaredariyê hat fesixkirin, karmendên şaredariyê şûna wê girtin. Di wir de lêçûnên me kêm kiribûn, bûye 845 milyon."    ‘DI BUDÇEYA QEYÛM DE 36 MILYON LÎRE KÊMASÎ HEYE'    Bayrak, destnîşan kir ku di navbera deramet-lêçûna 2016 û 2017'an de 36 milyon lîre pere heye û got: "Me 26 milyon lîre pere ji sala 2016 dewrî sala 2017'an kir. Lê di sala 2017'an de 36 milyon lîre kêmasî di budçeya qeyûm de rû daye. Jixwe 26 milyon lîre me hiştibû û bi ser de tevî vê pereyê me hiştibû 10 milyon lîreyê din jî hatiye deynkirin."    ‘ÊN QEYÛM DIKIN MAKYAJ IN'    Bayrak, bi bîr xist 26 milyon lîreyê di sala 2016'an de hatibû dewrkirin ji bo pergala biray a li bajêr bû û got: "Projeyên me amade bûn. Ew 26 milyon lîre ji bo projeyên me bûn. Lê ev proje di sala 2017'an d ejî nehat çêkirin. Der barê pergala biray de tu fealiyet tune ne. Li grî vê diviya sala 2017'an sala fealiyetan bûna. Tiştên qeyûm dike tenê makyaj in, ne dîmeneke mayînde ye. Bi pereyekî pir zêde kulîlk tên çandin. Ev dîmen tenê ji bo hefteyekê ne, lê ji bo vê pereyê gel tê xerckirin û piştî hefteyekê tiştên çandine davêje çopê. Her wiha çêkirina rêyên nû jî projeya me bû. Tiştên tên kirin hemû projeyên me bûn, ne projeyên nû ne."    MA / Ozgur Paksoy