Kî hat soz da, lê çênekir: Niha hindik maye birûxe 2018-11-16 09:28:20 ŞIRNEX – Li Bêşebabê, Germava Zumrutê ya li quntarên Çiyayê Katoyê ye, her sal ji aliyê rayedarên dewletê ve wekî "propagandayê" tê bikaranîn, niha bê kes û kûs hatiye hiştin.  Li Bêşebaba Şirnexê, Germava Zumrutê hema bêje her sal ji aliyê çapemeniya berbelav ve nûçeya wê tê çêkirin û ji bo wê tê gotin "Teror xelas bû, turîzm dest pê dike." Lê belê niha Germava Zumrutê bê kes û kûs maye. Germav li quntarên Çiyayê Katoyê ye û berê havînan bi sedan kes diçûnê, lê ji par ve xweşikî pir kes naçê.    HINDIK MAYE BIRÛXE    Li vê germavê du hawiz hene û ava wê 39 pile ye û tê gotin ji bo hin nexweşiyan derman e. Lê belê tesîsên wê yên hindik mane birûxin bi salan e nayên çêkirin. Ji ber vê welatiyên tên jî di konên bi xwe re tînin de dimînin. Tu kes ji bo wê nehatiye peywirdakirin û hema bêje kesên tên serdana wê dikin paqijiya derdora wê dikin.   Heta niha bi dehan rayedar ji bo çêkirina wê soz dane, lê belê nehatiye çêkirin. Herî dawî hat derpêşkirin wê bi projeya Ajansa Pêşxistinê ya Dîcleyê (DÎKA) yê bê çêkirin û ji bo vê jî 2 milyon û 143 hezar pere hat veqetandin. Tê gotin eger di nav vê salê de neyê çêkirin dibe ku bi temamî birûxe.