‘Greva birçîbûnê ya Guvenê li hemberî tecrîda li Îmraliyê qêrînek e' 2018-11-16 09:27:31 ÎZMÎR - Endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku daxwaza greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê daxwazeke zelal e û got: "Gerva birçîbûnê ya Leyla Guvenê li hemberş tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya civakê bû qîrînek."  Endamê Desteya Rêvebir a Navendî (MYK) a HDP'ê Mahfûz Guleryuz ku di sala 1995'an de li hemberî bêhiqûqîtiyên li Tirkiyeyê li Girtîgeha Bûcayê 47 rojan di gerva birçîbûnê de ma, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê nirxand.    ‘DAXWAZA GUVENÊ PIR ZELAL E'    Guleryuz, anî ziman ku ger rêyên siyaseta demokratîk baş bên nirxandin, diviya ku Guven ji girtîgehê derketibûna. Guleryuz, diyar kir ku armanca greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê berfireh e û got: "Gerva birçîbûnê ya parlementera me Leylayê, ne li hemberî şert û mercên girtîbûnê ne. Em dibînin ku raya giştî bi vî awayî dinirxîne. Divê ev yek wisa neyê şîrovekirin. Wisa difikirim ger Guven niha bê berdan jî wê greva xwe dewam bike. Daxwaza wê ya greva birçîbûnê pir zelal e. Greva wê li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Pirsên wekî 'Ev yek di vê pêvajoyê de tiştekî rast e?' tên kirin. Piştî qelibandina maseya aştî û muzakereyê, Birêz Ocalan bi salan e bi awayekî bêhiqûqîtî û di şertên derî mirovî de tê tecrîdkirin. Gelê kurd ji bo dawîlêanîna tecrîdê dikeve nav hin hewldanan, lê dîsa jî çareser nebûye. Tecrîda li Îmraliyê, polîtîkayeke ku li ser asasên neçareserkirinê ye. Neçareserkirina li Rojhilata Navîn, kûrbûna krîz û aloziya li Tirkiyeyê ji ber tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Divê ev mesele demildest wekî polîtîkayeke sereke esas bê girtin û bê çareserkirin."    'JI BO ÇARESERIYÊ YE'    Guleryuz got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê, li hemberî tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya civakê qîrînek e. Ji bo çareseriya li Tirkiyeyê gavek e. Loma divê civak û rêxistinên demokratîk bi awayekî xurt xwedî li çalakiya Leyla Guvenê derkevin. Bi hev re tecrîd dê ji holê bê rakirin û dawî li pêvajoya neçareserkirinê bê."