Jinên îzmîrî: Divê em li hemberî şidetê bêdeng nebin 2018-11-16 09:23:23 ÎZMÎR - Jinên îzmîrî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê şidet zêde bûye û gotin: "Hîn bêtir hayê me ji mafên me heye. Divê em her roj li hemberî şidetê dengê xwe bilind bikin."  Li çar aliyên Tirkiyeyê jin ji bo 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Hemberî Şidetê ya li Dijî Jinê amadekariyên xwe dikin. Jinên îzmîrî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê şidet zêde bûye û gotin: "Hîn bêtir hayê me ji mafên me heye. Divê em her roj li hemberî şidetê dengê xwe bilind bikin."    'EZ Ê DAXWAZÊN XWE BÎNIM ZIMAN'    Sevîm Gormez, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê mafên jinan tune ye. Gormez, diyar kir ku qanûnên tên çêkirin li hemberî jina ne û pergala perwerdehiyê jî bi feraseteke nêrza tê birêvebirin. Gormez got: "Em ê devjê berdin an dev jê bernedin, em ê zarokan çêbikin an çênekin ew biryara me ye. Mînak, perwredehiyeke ji bo wekheviya civakiyî tune ye. Her roj jin tên tacizkirin, tên kuştin. Divê li welatê me heq û hiqûq hebe. Ji bo vê jî divê jî serwext bin. Ez ê di 25'ê Mijdarê de dakevim kuçeyan û wekî her jinê ez ê jî daxwazên xwe bînim ziman."    'BILA JIN BÊDENG NEBIN'    Oyku Evrîm kepenek jî, diyar kir ku ew parêzer e û bi gelek dosyeyên wekî ên devjihevberdanê û şideta li hemberî jinê re eleqedar dibe. Kepenek, destnîşan kir ku ji bo li bersûcan cezayên giran bên birîn çi ji destê wê tê dike. Kepenek, anî ziman ku ji bo dawî li şidetê bê divê platformên jinan zêdetir dengê xwe bilind bikin û divê jin bêdeng nemînin tim doza mafên xwe bikin.    'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'    Leyla Edîz jî, anî ziman ku li Tirkiyeyê jin hepsî malan tên kirin, azadiya wan tê binpêkirin û got: "Divê jin li hemberî evana hemûyan bi piştevaniyî tev bigerin. Divê em li hemberî qanûn û daraza me hepsî malê, dayiktiyê û malbatê dike derkevin û em ê li hemberî evana serî netewînin. Êdî em ji ehr carê bêtir hay ji mafên xwe û azadiya xwe hene. Her çend daraz kiryarên şidetê dikin biparêze jî, lê yekîtiya jinan rê li ber vê digire. Lê divê em bêtir bibin yek û bêtir bi piştevaniyî tev bigerin. Ji bo vê jî divê em bêtir bitêkoşin."    Ayla Polat jî destnîşan kir ku şidet sîrayetî hemû qadên jiyanê bûye û got: "Ev ji ber îktîdarê ye. Çimkî naveroka rojeva Tirkiyeyê şidet e. Di demên dawî de herkes vê şidetê hîs dike. Loma divê jin li hemberî şidetê bêdeng nebin."