Emniyetê mukirhatina Koç ê DAIŞ'î esas negirt 2018-11-16 09:22:40 EDENE – Piştî Servet Koç ê DAIŞ'î der barê cinayeta belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû de bi vîdeoyekê de li xwe mikur hat, dozgeriyê ji Emniyeta Edeneyê xwestibû lêkolînê bike. Lê nivîsandina li ser înternetê ya di navbera Koç ê DAIŞ'î û kurê Bagdû Ferhat Bagdû de, esas nehat girtin.  Li Edeneyê di 14'ê Mijdara 2014'an de belavkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Kadrî Bagdû dema bi dûçerxeya xwe rojname belav dikir bi çekê hat kuştin. Piştî demekê Servet Koç ê DAIŞ'î bi qeydeke vîdeoyî der barê cinayetê de li xwe mikur hat û çawa cinayet pêk anîne yeko yeko gotibû. Piştî vê yekê parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek, di navebra 2016 û 2017'an de 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dabû û xwestibû DAIŞ'iyên navê wan di qeydê de derbas dibin bên dîtin û darizandin. Lê belê di nivîsên di navbera Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û Emniyeta Edeneyê de derketibû holê ku emniyetê agahiya der barê DAIŞ'iyan de bi dozgeriyê re parve nekiriye.    Li ser israrên parêzer Şaxa Têkoşîna Li Hemberî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê di 14'ê Îlona 2017'an de girtekek nivîsand û tenê agahiyên nasnameyî yên der barê kesên ku Servet Koç ê DAIŞ'î navê wan gotibû de amade kir. Lê belê nivîsandina li ser înternetê ya di navbera kurê Bagdû Ferhat bagdû û Koç 'ê DAIŞ'î de esas nehat girtin.    PARÊZER BEK: DIVÊ WEKÎ 'ÇALAKIYA TERORÊ' BÊ NIRXANDIN    Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek, mikurhatina Koç ê DAIŞ'î delîla hersê cinayetên li Edeneyê pêk hatine, lê belê nîşeya ku emniyetê ji dozgeriyê re şandiye de li gorî mikurhatinên ku Koç kirin lêkolînek nehatiye kirin.    Bek xwest lêpirsîn bê berfirehkirin û wexta dozger vê yekê wekî "çalakiya terorî" binirxîne wê ev cinayet zelal bibin. Her wiha Bek, ji bo zelalkirina vê cinayetê xwest ji aliyê meclîsê ve lêkolînek bê kirin.