Berî Karatay jiyana xwe ji dest bide 4 caran cezayê hucreyê lê birîne 2018-11-16 09:18:03 AGIRÎ - Derket holê ku girtiyê nexweş Bûrhan Karatayê ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, 4 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Hediye Karatay a bûka  Karatay got: "Der barê tenduristiya wî de me gelek caran serlêdan kir, lê dîsa jî nehat berdan."  Girtiyê nexweş Bûrhan Karatay ê 67 salî û nexweşîya tansiyona zêde pêre hebû, 4 caran anjiyo bûbû. Karatay, ê piştî anjû bû caran cezayê hucreyê lê hat birîn li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê ji ber qeyrana jiyana xwe ji dest dabû. Tevî hemû serlêdanan jî Karatay nehatibû berdan. Hediye Karatay ku bûka Burhan Karataye  ya bi hemû pirsgirêkên hiqûqî û pirsgirêkên tenduristiyê yên Karatay re eleqedar dibû, anî ziman ku ji ber demek dirêj girtî bû û nehat tedawîkirin li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Hediye Karatay, diyar kir ku bazidiyan pir ji Karatay hez dike û got: "Ji bo malbata xwe û derdora xwe mirovekî pir baş bû. Bêyî cihêkariyê bike ji me hemûyan hez dikir. Hem ji bo me hem jî ji bo gelê xwe bi berpirsiyarî tev digeriya. Tu kesî endiêşand. Çima tiştekî wisa anîn serê mirovekî wisa. Tu sûcî wî tune bû, lê dîsa jî wî girtin."    'SERLÊDANÊN ME HATIN REDKIRIN'    Hediye Karatay, diyar kir ku Karatay 3 sal û 10 mehan girtî ma û wê danişîna wî di 17'ê Mijdarê de pêk bihatana, lê belê cenazeyî wî hat şandin. Karatay got: "Ji bo temenê wî û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê me gelek caran serlêdan pêk anîn, lê berê yek jê jî nehat qebûlkirin."    Hediye Karatay, diyar kir ku Girtîgeha Gîresûnê bi telefonê li wan geriyaye û gotiye Karatay ji ber qeyrana dil miriye. Karatay got: "Biroj dikeve serşoyê, lê wexta hevalên wî dibînin dernayê meraq dikin û bang li wî dikin. Lê wexta bersiva wan nade, hevalên wî bi zorê derî vedikin. Wexta derî vedikin dîbin li erdê ye. Demildest bang li gardiyanan dikin û dixwazin wî rakin nexweşxaneyê. Pêşî li girtîgehê mudaxile tê kirin. Paşê wî dibin nexweşxaneyê. Lê belê tevî hemû mudaxileyan dîsa jî nayê xelaskirin. Saet li dor 5'ê êvarî dimire. Wexta mir, wesayîteke cenazeyan dan me, lê dîsa ji me stendin. Ji ber vê cenazeyê me du rojan li wir ma."    Hediye Karatay anî ziman ku Karatay nexweş bû lê belê rêveberiya girtîgehê dermanên wî nedidanê. Karatay got: "Carekê wexta çûm girtîgehê ji min re gotibû 'pir nexweş im.' Gotibû nayê tedawîkirin. Digot 'bila bi min re eleqedar bibin.' Lê kes pê re eleqedar nebû. Herî dawî wexta çûm Gîresûnê rewşa wî qet nebaş bû. Canê wî reş bibû. Destên wî, piyên wî û serçavên wî reş bibûn. Wexta min ev yek jê pirsî got 'NExweş im. Nexweşîna min giran dibe, lê kes bi min re eleqedar nabe.'"    ‘NEXWEŞ BÛ, LÊ DÎSA JÎ 4 CARAN CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎN'    Karatay, anî ziman wexta wan bi telefonê hevdîtin bi Karatay re çêdikir, diyar dikir tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got: "Di telefonê de carinandengê gardiyanan dihat me. Gardiyanan tim mudaxile dikir. Sala par gardiyanan ew derb kiribû. Ma mirov keekî nexweş derb dike? Wexta ji bo hevdîtinê diçûm cem wî lêvên wî û ser çavê wî mor bûn. Nexweş bû, lê dîsa jî 4 caran cezayê hucreyê lê birîn. Ma wê mirovekî nexweş çawa karibe ji bin vî barî rabe?"    ‘TIM DAVÊJIN SER MALA ME'    Hediye Karatay, anî ziman ku ji ber rewşa polîtîk a Karatay polîsan tim diavêt ser mala wan û di 2 mehên dawî de jî 2 caran polîsan avêtiye ser mala wan. Karatay diyar kir ku polîsan di avêtina ser malê de ji bo Bûrhan Karatay gotine: "Wê sax neyê, lê mirî bê. Badilhewa li bendê nesekinin."    Hediye Karata, anî ziman ku ew ê tim şopdarê vê dozê bin û got: "Em ê hesabê Bûrhan Karatay bipirsin. Em ê serî li DMME'yê jî bidin. Em ê dev ji vê dozê bernedin."