ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-16 09:00:34 * 2 sal berê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê DBP'ê de bû kirin. Qeyûm piştî tayînî şaredariya Wanê bû, hemû mal û milkê şaredariyê firot û şaredarî di bin deynan de hişt. Li aliyê din deriyê şaredariyê li gel hat girtin û kirin wekî qereqola polisan. Rapora Dîwana Muhasebatê jî bi belgeyan vê yekê piştrast dike.  * Derket holê ku girtiyê nexweş Bûrhan Karatayê ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, 4 caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Hediye Karatay a bûka Karatay got: "Der barê tenduristiya wî de me gelek caran serlêdan pêk anîm, lê belê dîsa jî nehat berdan."    * Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku bi mîlîttarîzma zêde bû re şideta dewletê ya li hemberî jinê jî zêde bûye. Gulum got: "Ya dê me xelas bike mekanîzmaya piştevaniyê û têkoşîna bi hev re ye." Gulum, bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Taksîmê bin.    * Parêzerên jin sererastkirina nafaqayê ya di nav Plana Çalakiyê ya 100 Rojî ya Serokomar de ye rexne kirin û destnîşan kirin ku ev rewş ji ber feraseta mêrî ye û wê bi vê qanûnê jin bi temamî bi tenê bên hiştin.    * Hevserokên HDP û DBP'ê yên Mêrsînê, bal kişandin ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kirin ku tenê ne di 25'ê Mijdarê de ji bo parastina mafên wekheviyê û destkeftiyan divê jin her roj tevde bitêkoşin.    * Piştî Servet Koç ê DAIŞ'î der barê cinayeta belvakarê rojnameyê Kadrî Bagdû de bi vîdeoyekê de li xwe mikur hat, dozgeriyê ji Emniyeta Edeneyê xwestibû lêkolînê bike. Lê belê nivîsandina li ser înternetê ya di navbera Koç ê DAIŞ'î û kurê Bagdû Ferhat Bagdû de, esas nehat girtin.    * Jinên îzmîrî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê ji ber îktîdarê şidet zêde bûye û gotin: "Hîn bêtir hayê me ji mafên me heye. Divê em her roj li hemberî şidetê dengê xwe bilind bikin."    * Endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku daxwaza greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê daxwazeke zelal e û got: "Gerva birçîbûnê ya Leyla Guvenê li hemberş tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya civakê bû qîrînek."    * Li Bêşebabê, Germava Zumrutê ya li quntarên Çiyayê Katoyê ye, her sal ji aliyê rayedarên dewletê ve wekî "propagandayê" tê bikaranîn, niha bê kes û kûs hatiye hiştin.    * Alîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê yê berê Huseyîn Bayrak, bal kişand ser raporên Dîwana Muhasebatê yên der barê qeyûm de. Bayrak diyar kir ku ji bo projeya biray a di dema rêveberiya DBP'î de di sala 2017'an de 26 milyon lîre pere hatiye dewrkirin û tevî vî pereyî bi giştî 36 milyon lîre kêmasî heye.    * Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê li Odela Grandê bi civîna çapemeniyê starta hilbijartina 31'ê Adare bide. (11.00)    * Navenda Giştî ya ÎHD'ê dê rapora der barê azadiya kesan, mafê ewlehiyê û zextên li ser kesan ên sîxuriyê bi raya giştî re parve bike. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê li avahiya bajar, bi tevlêbûna parlamenteran, têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, dê li dijî tundiya li ser jinan li The Ritz Carlton a Şişlî ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)   * Baroya Amedê dê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin bê darizandin û cezakirin di hefteya 151'an de li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.30)