Diwana Edaletê ya Ewropayê: argumanên qedexeya PKK'ê kêm dît 2018-11-15 16:45:28   LUKSEMBURG- Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê diyar kir ku biryara YE ya ku di navbera salên 2014-2017’an de PKK xistibû nava ‘lîsteya rêxistinên terorê’ xwe naspêre argumanên zêde û got rewşa nû ya li Rojhilata Navîn jî, li ber çavan nehatiye girtin.   Yekîtiya Ewropayê (YE) her 6 mehan carekê ‘lîsteya rêxistinên terorê’ nû dike. YE herî dawîn PKK jî xistibû vê lîsteyê. Di dozê de ya li hemberî vê biryarê de hate diyarkirin ku argumanên ku tên pêşkêşkirin ne zêde xurt in. Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê diyar kir argumanên ku tên pêşkêşkirin, têra xwe li ser wan nehatiye sekinandin. Di dozê de ya li hemberî vê biryara ku 4 sal berê hatibû dayîn, Dadgeha Giştî ya bi ser Dîwana Edaletê diyar kir ku biryarên hatine dayîn şaş în.   REWŞA NÛ YA PKK’Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN   Dadgehê diyar kir ku hin bûyer û çalakî ji bo qedexekirinê wekî hincet hatine nîşandan lê ev arguman ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ji nav nirxandineke hiqûqî nehatiye derbaskirin. Di biryarê de bal hate kişandin ser rewşa PKK’ê ya li Rojhilata Navîn û tê diyarkirin ku sûcdariyên ku tên kirin rê li ber argumanên xurt venakin.   Dadgerên dozê bal kişandin ser biryarek li ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Fransayê û diyar kir şaş e ku di navbera komele û PKK’ê de têkiliyek were çêkirin ev tişt nikare bibe hinceta qedexekirina PKK’ê.