Polîsan bi ser Navenda Giştî ya Partiya Şoreşger de girt 2018-11-15 14:49:10   ENQERE - Polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya Partiya Şoreşger de girtin û  dest danîn ser gelek tiştan.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser Navenda Giştî ya Partiya Şoreşgerên Yekbûyî de girtin. Polîsan di serdegirtina Navenda Giştî de dest danîn ser gelek al û ewraqan. Hat diyar kirin ku di avahiyê de hîna jî lêgerîn pêk tê û destûr nayê dayîn kes bikeve hûndirê avahiyê. Hat îdîakirin ku li ser îxbarek maîlê operasyon pêk hat.