567 avahiyên Şaredariya Sêrtê di qeydan de tune 2018-11-15 14:28:07 SÊRT - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî deynê şaredariya Sêrtê û nêzîkatiya qeyûm a li dijî malê şaredariyê pirsname da meclîsê. Beştaş xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsên wê bibersivîne. Beştaş, diyar kir ku beriya qeyûm deynê Şaredariya Sêrtê 17 tl bûn, lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin deynê şaredariyê derket 33 milyon tl yan. Beşdaş, da zanîn ku 567 malên cihê wan nayê guhertin jî di qeydan de tune.  HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî nelirêtiya ku qeyûm li Şaredariya Sêrtê kiriye û deynên şaredariya Sêrtê, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku piştî Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakırhan hat girtin, Wezîr Soylu li şûna Bakirhan, Cîgirê Waliyê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin tayîn kiriye û wiha got: "Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin di kar û xizmeta şaredariyê de pirsgirêk derketin holê. Li gorî rapora Dîwana Muhasebatê jî beriya qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê bike 17 milyon TL deynê wê hebûn. Lê pişti qeyûm tayîn kirin deynê wê derket 18 milyon TL. Piştî pergala serokdewletiyê ev deyn gihişt 33 milyon TL. Dîsa li gorî raporan di qeydên Midûriyeta Taboya Şaredariye de 567 malên ku cihê wan nayê guhertin, di qeyda formê malên cihê wan nayê guhertin de tune. Dîsa li gorî hukmê Kanûna Şevnişinê hesabê fonê ku pêwistbû bihata çêkirin nehatiye çêkirin. Li gorî qanûnê divê sedem û mîktarê pereyan bê diyar kirin. Lê agahî nehatiye dayîn û ev pere ji bo şaredariyê hatiye xerçkirin.    Li gorî ve yekê:    * Ev xisûsa li gorî rapora  Dîwana Muhasebatê hat lêkolinkirin? Agahiyên di dest de çine?    * Wezareta we têkildarî mijarê lêkolînek çawa meşandiye. Der barê berpirsiyaran de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin? Lêpirsîn di çi astê de ye? Ger ku lêpirsîn tune be sedema wê çiye?    * Piştî rapora Dîwana Muhasebatê kes ji peywirê hatin girtin? Heta niha çend kes û çend qeyûm ji peywirê hatin girtin? Ger ku tevî hemû var raporên nelirêtiyê kes ji peywirê nehatibin girtin sedema wê çiye?    * Piştî wezaretê qeyûm tayîn kir, venêrtina şaredariyê û qeyûmê hatiye kirin? Ger ku venêrtin nehatibe kirin çima?    * Beriya qeyûm û piştî qeyûm venêrtin çawa ye? Di serdema DBP’ê de venêrtin hebû lê nelirêtî tune bû. Piştî qeyûnê gelek neliretî pêş ket ev tê çi wateyê?    * Beriya Qeyûmê deynê şaredariyê 17 milyon TL bû. Pişti qeyûmê ev deyn derket 33 milyon TL yan. Ev nîşan nade ku qeyûm û pergala serokdewletiyê zerar dide?    * Li gorî malên di qeyda tapoyê yên berê û piştre 567 heb balên ku cihê wan nayên guhertin di qeydên tapoyê de tune. Aqûbeta 567 avahiyên ku nayên guhestin çiye?"