Parêzer Deniz Yildiz hat berdan 2017-10-27 20:08:06   WAN - Parêzerê OHP'î Denîz Yildiz ku çend roj berê hatibû binçavkirin hat berdan.    Endamê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Denîz Yildiz, ku di 24'ê Cotmehê de hatibû binçavkirin, îro piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza berdan bi şertê venêrîna edlî Yildiz sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman hincetê biryara berdana Yildiz da.