Temellî: 94 salên Kebîre Dogan tev berxwedan e 2018-11-15 13:37:38   DERSÎM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî mala sersaxiyê ya ji bo dayika Mazlum Dogan Kebire Dogan hatiye vekirin ziyaret kir. Temellî, di serdana sersaxiyê de got "Em 94 salên temenê Kabîre Dogan wekî berxwedan û raperinê qebûl dikin. 94 salên wê berxwedan e."    Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan a 94 salî, di 13'ê Mijdarê de li gundê Teman ê navçeya Mazgirtê ya dersimê hat veşartin. Ziyaret û serdana mala şînê ku ji bo Kebîre Dogan li Cemxaneya Depê ya Xerpêtê hatiye vekirin didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî jî îro şîna li Cemxaneyê ji bo ya dayika Mazlum Dogan Kebire Dogan hatiye vekirin ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwest. Gelek parlamenterên HDP'ê jî malbat ziyaret kirin û sersaxî xwestin. Di ziyaretê de Temellî, diyar kir ku berxwedana wan a li dijî zilma dewletê ku li ser wan dimeşîne berdewam dike û wiha got: "Em temenê Kebire Dogan ê 94 salan wekî temenê berxwedan û raperinê qebûl dikin. Astengkirina definkirina cenaze zilm e. Ev zilm didome. Berxwedana Mazlum Dogan a li dijî zilmê ji bo me mînak e. Vîna ku hêzê dide têkoşîna me. Bi vê minasebetê ez Mazlum Dogan jî bibîr tînim. Dewleta ceberût bi rêya şer hewl dide me perçe bike û tune bike. Dixwaze me tevan di komkujiyê re derbas bike. Di pêvajoya çareseriyê de jî dewletê li pişt lîstik û hîle amade dikirin. Em dê bi tekoşîna xwe vê plana hilweşînê pûç bikin. Dê di bin vê plana xwe de bimînin."    Heyeta HDP'ê û Temellî piştre ji bo tev li merasima bîranîna Seyit Rıza û hevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin, bibin ji Xerpêtê derbasî Dersimê bûn.