Li Îzmîrê rêveberên HDP'î dest bi greva birçîbûnê kirin 2017-10-27 18:53:28 ÎZMÎR - Li Îzmîrê Teşkîlata HDP'ê ya Bajêr ji bo şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir.  Li Îzmîrê Teşkîlata HDP'ê ya Bajêr ji bo balê bikişîne ser şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Dê komên tevlî grevê dibin du rojan careke biguherin. Piştî du rojan şûnde de dê teşkîlatên navçeyan dest bi grevê bikin.    'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN'    Hevserokê HDP'ê ya Îzmîrê Mahfuz Guleryuz beriya grevê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo prostokirina tecrîdê wan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Guleryuz, dest nîşan kir ku ew ê hem bi greva birçîbûnê hem jî bi çalakiyên cuda tecrîdê prostesto bikin û wiha domand: "Em bang li hemû kesên hestiyar yên li Tirkiye û cîhanê dikin. Tu hêleke însanî, huqûqî û wijdanî ya tecrîda tê sepandin tune ye. Bi vê dixwazin Birêz Ocalan îzole bikin. Ji bilî polîtîkayên heyî yê tiştên cuda dibêje û projeyên cuda diafirîne tenê Birêz Ocalan e. Em dibînin ku bi tecrîda li ser Birêz Ocalan neçareserî tê kûrkirin. Em wisa difikirin ku divê demildest dawî li van polîtîkayan bên."