Dadgehê 11 sal ceza li zilamê zarokek îstismar kir birî 2018-11-15 09:29:27 MÊRDÎN -  Li Nisêbînê Ferhat K.'yê zarokê bi navê K.Y. îstimar kir, ji ber du tawanbariyên cuda 14 sal ceza hat birîn. Ji ber K.Y. di danişîna ewil de îfadeya xwe guherand, dadgehê bi hinceta "zext û zor li ser hene" îfadeya K.Y. esas negirt û di herdu tawanbariyan de jî bi "rewşa başiyê" cezayê Ferhat K. daxist 11 sal û 8 mehan.  Li Nisêbîna Mêrdînê, Ferhat K.'yê 28 salî di 14'ê Çileyê de wêneyên tazî yên K.Y. wekî şantaj bikaranî û K.Y. îstismar kir. Di dema bûyerê de K.Y. ji nav destê Ferhat K. xwe xelas kir û xwe gihand noqteya kontrolê û tiştaên hatin serî vegot. K.Y. di nezareta pedagog de tiştên hatin serî vegot û piştî vê der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber vê Ferhat K. hat binçavkirin. Ferhat K., tiştên pê hat tawanbarkirin red kirin û îdia kir ku bêbextî lê hatiye kirin. Lê belê Ferhat K. hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Der barê Ferhat k. de bi tawanbariyên "bi zor û hîlekarî binpêkirina azadiyê" û "îstismarkirina cinsî ya zarok" îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Danişîna dozê di 7'ê Gulanê de pêk hat. K.Y. di danişîna ewil de îfadeya xwe guherand û îdia kir ku Ferhat K. ew îstismar nekiriye. Lê belê pisporê pêzaniyê di beyana xwe de destnîşan kir ku mexdûr ji ber zext û zoriyan nikare tam bersiva pirsan bide û loma divê beyanên mexdûr esas neyên girtin.    Parêzerê K.Y. jî diyar kir ku ji ber malbata bersûc bi zext û zoriyan bi ser zarok de diçe wisa gotiye û divê îfade di çarçoveya beyanên pêzaniyê de bên qebûlkirin. Dadgehê biryara berdewamiya girtina Ferhat K. da û danişîn taloqî 2'yê Mijdarê kir.    Di danişîna 2'yê Mijdarê de jî dadgehê biryara xwe daxuyand. Dadgehê bi tawanbariya "îstismarkirina cinsî" 8 sal û bi atwanbariya "bi zor û hîlekarî binpêkirina azadiyê" jî 6 sal ceza li Ferhat K. birî. Dadgehê di herdu cezayan de bi "rewşa başiyê" cezayê bersûc daxist û bi giştî 11 sal û 8 meh ceza li Ferhat K. birî.    Dadgehê di biryara xwe de îfadeya K.Y. qebûl kir û diyar kir ku bi hinceta "gef lê hatine xwarin" K.Yç di dema darizandinê de îfadeya xwe guherandiye, lê belê beyana pisporê pêzaniyê esas hatiye girtin. Dadgehê destnîşan kir ku sûc bi beyan û delîlan sabît e.    MA/ Ahmet Kanbal