Dadgehê ji bo Aydin got 'dibe ku pêk bîne' û biryara girtina wî da 2018-11-15 09:24:46 STENBOL - Derket holê ku Endamê MYK'ê û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tûna Aydin, li ser îdiayên kesê bi navê R.T û tawanbariyên dozger bi hinceta "dibe ku pêk bîne" hatiye girtin.  Endamê Desteya Rêvebir a Navendî û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tûna Aydin, ku li Stenbolê hatibû binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" di 10'ê Mijdarê de hat girtin. Yek ji hincetên bûn sedema girtina Tûna Aydin jî, îdiayên kesê bi navê R.T. ên der barê Aydin de ne.    R.T. di 25'ê Gulanê de tev li Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistana Federe pêk hat bibû û ev yek wekî sûc hat hesubandin. R.T. di îfadeya xwe de derpêş kir ku Tûna Aydin wî biriye konferansê. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Aydin de lêpirsîn da destpêkirin û di 9'ê Mijdarê de ew binçav kir û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "xirakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" sewqî Dadweriya Ceza ya Sulhê ya 7'an a Stenbolê kir. Dadweriyê jî bi biryareke ecêb biryara girtina Aydin da. Dadweriyê di biryara xwe de diyar kir ku dibe ku Aydin evan sûcan bike biryara girtina wî da.    MA / Ozgur Paksoy