Jina nexweş 2 meh in li navenda paşveşandinê tê ragirtin 2018-11-15 09:23:59 ÎZMÎR - Hulya Yilmaz (48) ku welatiya Avûstûryayê ye, di 8'ê Îlonê de li ser îxbarekê hat binçavkirin û paşê dadgehê der barê wê de 6 meha "biryara venêrîna îdarî" da û ew şandin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Parêzerê wê diyar kir ku der barê muwekîla wê de tu sûceke berbiçav tune ye. Parêzer got, muwekîla nexweşa pençeşêrê ye û nayê tedawîkirin.  Hulya Yilmaz (48) ku ji ber sedemên polîtîk di salên 90'î de tevî malbata xwe ji Gimgima Mûşê koçî Avûstûryayê kir û bi salane welatiya Avûstûryayê ye, wexta tevî 3 zarokên xwe hat Tirkiyeyê di 8'ê Îlonê de li Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê bi hinceta der barê wê de "îxbareke" heye hat binçavkirin û roja din hat berdan. Lê belê Yilmaz wexta xwest biçe Avûstûryayê bi îdiaya "îhtimala revê heye" di 10'ê Îlonê de careke din hat binçavkirin û dadgehê der barê wê de 6 meha "biryara venêrîna îdarî" da û ew şandin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê.    Her wiha hat diyarkirin ku nexweşîna pençeşêrê li Yilmazê peyda bûye û du meh e li navenda paşveşandinê nayê tedawîkirin.    'NAYÊ TEDAWÎKIRIN'   Parêzerê Yilmazê Zafer Încîn, diyar kir ku der barê muwekîla wê de sûcekî berbiçav tune ye û rayedarên navenda paşveşandinê diyar kirine ji bo betalkirina vî cezayî ew dikarin serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê bidin. Încîn got: "Nêzî 2 meh û nîv e muwekîla min li Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê tê ragirtin. Ji bo ragirtina wê tu sûcekî berbiçav tune ye. Delîlên berbiçav tune ne. Bi awayekî kêfî, ji ber rageşiya di navbera Tirkiye û Avûstûryayê de li navenda paşveşandinê tê ragirtin. Çimkî hin welatiyên Avûstûrya ên din jî li Îzmîr, Stenbol û bajarên din li navendên paşveşandinê tên ragirtin."    Parêzer Încîn, diyar kir ku muwekîla wî bi awayekî bêqanûnî tê girtin. Încîn, bilêv kir ku li muwekîla wî nexweşîna pençeşêrê peyda bûye û ji sedî 62 rapora wê ya berastengiyê heye û li navenda paşveşandinê nayê tedawîkirin.    'JI GIRTÎGEHÊ XERABTIR E'    Încîn, bilêv kir ku li kesên li navendên paşveşandinê tên ragirtin şert û mercên ji ên girtîgehan girantir li wan tên ferzkirin û li Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê binpêkirinên mafan zêde ne. Încîn got, divê navenda paşveşandinê ya navborî bê kontrolkirin. Încîn got: "Malzemeyên paqijiyê nadin kesên li wir, nivîsn û çerşef qetandî ne. Peywirdarên li wir wekî gardiyanan tev digerin. Berên li kantîna navenda paşveşandinê li gorî yên derve du qat bihatir in. Li wir bijîşk tune ye. Kesên li wir ji mecbûrî bi ava cemidî serê xwe dişon. Têkiliya wan bi derve re hatiye qutkirin."    Parêzer Încîn anî ziman ku ji ber binpêkirinên mafan ên li navenda paşveşandinê wan xwestiye di ser Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re randevûyê ji Walîtiya Îzmîrê bigirin, lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.