Seferî Yilmaz: Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştin 2018-11-15 09:18:55 COLEMÊRG - Hevşaredarê Şemzînanê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Seferî Yilmaz, diyar kir ku nelirêtiyên di raporên Sayiştayê de derket holê ku qeyûman şaredarî dibin deyanan de hiştine.  Di raporên Sayiştayê de, derketibû holê ku gelek şaredariyên AKP’ê û qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, bi mîlyonan TL nelirêtî kirine. Dîsan HDP’ê ji bo nelirêtiyên di şaredariyan de bê lêkolîn kirin pêşniyazname dabû, lê AKP’iyan bi yek dengî ev daxwaza HDP’ê redkiribûn.    Hevşaredarê navçeya Şemzînana Colemêrgê Seferî Yilmaz ê qeyûm tayine cihê wî hat kirin, têkildarî  raporên derbarê qeyûm tayînê şaredariyan hatin kirin a Sayîştayê de, nirxand kir.  Yilmaz, diyar kir  ku di hilbijartina 2014’an de bû hevşaredar û wiha axivî: “Lê AKP’ê ev serkeftin qebûl nekir. Bi daxwaza Wezareta Karê Hûndir hevşaredarên Çelê û Geverê hatin binçavkirin û girtin. Bi van girtinan re gelek projeyên şaredariyan di nivî de man. Me li Şemzînanê xebatên girîng bi rêve birin. Di her warî de rêveberiyeke me ya zelal hebû.”   'NAVÇE DINAVA TOZ Û HERIYÊ DE HIŞTIN'   Yilmaz, anî ziman ku piştî ji kar hatin avêtin, qeyûmên tayînê cihê wan hatin kirin, hemû projeyên wan kirin malên xwe û wiha got: “Hemû projeyên me kirin malên xwe û weke wan amadekiribe lanse kirin. Dîrekên li navçeyê berî demekê hatin rakirin. Li gorî agahiyên gel dayî me, îhaleyek nêzî 750 hezar TL hatiye vekirin û dîrekên nû çikandin. Dîrekê li ser xaçerêyê bi 150 hezar TL kirin. Ligel ku hemû derfetên dewletê jî bi kar tînin, nû nû Cadeya Îpekyolu ya navenda bajêr çêdikin. Gelek taxên navçê di nava toz û heriyê dene.”    '40 MÎLYON DEYNDAR BÛN E'   Yilmaz, da zanîn ku nelirêtiyên di raporên Sayiştayê de derketin holê ku qeyûman şaredarî dibin deyanan de hiştine û wiha bilêv kir: “Şardariya Şemzinanê di dema me de tu deynekê wê tune, lê niha  agahiya 40 mîlyon TL deynê wê çêbûye li navçeyê belav bûye. Ji ber ku deriyên şerêdariyê li hemû kesan gitine, me nikarn baş agahî bigirin. Di dema me de şaredarî ji hemû kesan re vekirîbû. Lê niha pir zore ku mirov bikeve avahiya  şardariyê. Dibin navê ewlekariyê de deriye şaredariyê ji hemû kesan re girtine.”   'ÎHALEYAN DIDIN ALÎGIRÊN XWE'   Yilmaz, destnîşan kir ku qeyûm hemû îhaleyan didin alîgirên xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê çendê, dinavbera hin eşîretan de pevçûn derket. Niha jî tê gotin ku ger Qeymeqamê Şemzînanê hilbijartina herêmî qezenc bike, soza kirina walî ji bo wî hatiye dayîn. Hemû kes jî baş dizanin, qeyûmên tayînê vîna gel hatin kirin, tu şansê wan tuneye ku di hilbijartinê de qezenc bikin. Gel dê bersiva herî girîng û watedar di hilbijartinê de bide polîtîkayên qeyûman tayînê vîna gel dikin.”