‘Leyla Guven bi awayek herî baş mîsyona xwe tîne cih’ 2018-11-15 09:17:57 COLEMÊRG – Siyasetmedar û şêniyên Colemêrgê piştgiriya paramentera xwe Leyla Guven dikin û diyar kirin ku Leyla Guven bi awayekî herî baş mîsyona xwe tîne cih û dê ji bo piştevaniyê 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Guven di roja 9’emîn de didome. Welatî û siyasetmedarên Colemêrgî jî piştgirî didin Guven.    ‘EM Ê 2 ROJAN BIKEVIN ÇALAKIYA GREVÊ’    Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku tevî ku gel peywîra temsîliya li parlamentoyê daye Guven jî hikumetê rêya vê erkê girtiye û wiha got: “Dewlet êdî qanûnên xwe nas nake. Dema mijar dibe kurd û Kurdistan, dewlet qanûnên xwe jî binpê dike. Birêz Guven niha erka xwe ya parlamenteriyê tîne cih. Niha Leyla Guven pêşengiya daxwaza gelê me ya ‘tecrîdê rakin’ dike. Guven her çiqas di zîndanê de be jî vê daxwaza gel tîne ziman. Ji ber vê yekê Leyla Guven peywîra wekîliya gelê Colemêrgê, Gever, Şemzînan û Çelê dike. Dewleta Tirk rêya parlamentoyê li Guven girtiye. Lê ew di nav çar dîwaran de dibe dengê gel. Guven rol û mîsyona xwe bi awayek baş tîne cih. Em ê di 17-18’ê mijdarê de bi armanca piştevaniyê 2 rojan bikevin çalakiya greva birçîbûnê.”    ‘BI DIL Û CAN EM LI CEM WÊ NE’    Hevserokê Rêxistina HDP’a Geverê Husnu Beşer jî anî ziman ku girtina Guven li dijî makeqanûnê ye û got: “Hemû hiqûqa parlamenteriyê niha tê binpêkirin. Vîna gelekî tune dihesîbinin. Em dixwazin ku ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Birêz wekîla me ji bol i dijî berdana xwe derkeve na li dijî bêhiqûqiyê dest bi grevê kiriye. Em bi dil û can li gel wekîla xwe ne.”    ‘DEMILDEST BERDIN’    Gulçîn Karabuk jî destnîşan kir ku ji bo Guven ji wan re wekîliyê bike hilbijartine û got: “Ne ji bo girtîgehê me wê hilbijart. Bila demildest wê berdin. Em wek jinên Geverê heta dawiyê li pey Leyla Guven in. Ew wekîla me ye. Birêz Guven zîndanê heq nake. Em ê jî bi armanca piştgiriyê destek bidin wekîla xwe.”    ‘BI MILYONAN JIN LI PIŞTA GUVEN IN’    Gullu Polat jî wiha got: “Em çalakiya Birêz Guven mafdar dibînin û piştgiriyê didine. Tenê ne em, bi milyonan jin li cem Leyla Guven in. Heke sûcek wê hebûya bi deh hezaran gel dengê xwe nedidayê. Wekîla me bêsûc tê girtin. Me mafê temsîliyetê da wekîla xwe. Em heta dawiyê li pey çalakiyê ne.”