Piştî teqîna li Şemzînanê ÎHA û dron li Colemêrgê hatin qedexekirin 2018-11-14 15:32:50   COLEMÊRG – Waliyê Colemêrgê, piştî teqîna li navçeya Şemzînanê ya tê de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, li Colemêrgê ÎHa û dron qedexe kirin.     Waliyê Colemêrgê, piştî teqîna li baregeha leşkerî ya navçeya Şemzînan Colemêrgê ya tê de 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, dronên hewayî yên bê mirov û ÎHA’yên hewayî yên motora wan pir sivik qedexe kirin û ji bo bikaranîna ÎHA û Dronan divê destûr bê xistin.    Bal kêşeke ku walitiyê piştî teqîna Şemzînanê ya 7 leşkeran tê de jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn ev biryar girt.  Serokkomar Tayyîp Erdogan derbarê teqînê de, di daxuyani dabû de gotibû “çebilxane teqiya ye”, lê piştî demek kin HPG’ê teqîn girtibû ser xwe.