Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 100 rojan de 576 karker mirin 2018-11-14 15:21:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran têkîldarî 100 rojên plana bernameya AKP'ê agahî dan û diyar kir ku di van 100 rojan de 576 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran têkîldarî 100 rojên plana bernameya AKP'ê li ser hesabê twîtterê agahî dan. Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku di 100 rojên Rejîma Yek Zilam de 576 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa ÎSÎG'ê da zanîn ku di navbera 9'ê Tîrmehê û 16'ê Cotmehê de herî kêm 576 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.