Doza ‘fîkandina kurdî’ hat taloqkirin 2018-11-14 14:53:51   AMED – Danişîna doza 12 xwendekarên bi kurdî fîkandibûn hat dîtin. Danişîn hat taloqkirin.    Komek xwendekar di 20’ê adara 2017’an de li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê sirûda “Çerxa Şoreşê” bi kurdî fîkandibûn û polîsan ew bi lêdanê binçav kiribûn. Dadgeha Amedê der barê 12 xwendekaran de bi hêcetên cuda doz vekiribû û ji 8 salan heta 27 sal û nîv ceza ji wan re dixwaze. Danişîna duyemîn a doza xwendekaran li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    SÛCÊN SER XWE RED KIRIN    Ji xwendekaran Çîgdem Akar, Ahmet Temur û Semra Ozmaskan li gel parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Polîsên muştekî jî beşdarî dozê bûn. Xwendekaran di parastina xwe de sûcên li ser xwe red kirin û gotin ji ber îfadeyên didin dubare bûye û danişîna bê xwestin tevlî nebin.    Heyeta dadgehê piştî parastina xwendekar û parêzeran dozê taloq kir.