Danişîna doza Demîrtaş hat dîtin 2018-11-14 14:21:25   STENBOL - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş ê ku niha girtiye hat dîtin. Demîrtaş, parlamenter Leyla Guven a ku niha di greva birçîbûnê de ye silav kir. Dadgehê dosye ji 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê re şand.    Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku niha di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de ye, bi îddîaya ku di sala 2015’an de "Heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye" li 47'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Stenbolê hat dîtin. Parlementerên HDP’ê Mahmût Togrûl, Alî Kenanoglû û Dilşad Canbaz û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) jî di rûniştinê de amade bûn. Demîrtaş bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.   DADGER BERIYA RÛNIŞTINÊ BIRYARA XWE EŞKERE KIR   Dadgerê dozê beriya destpêkirina rûniştinê got ku ew ê biryara "nepeywirdariyê" bide. Demîrtaş ê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir silav kir.   Yek ji parêzerê Demîrtaş Ercan Kanar xwest ku bila dadger xwe ji rûniştinê vekişîne.   GEF LI BEŞDARVANÊN RÛNIŞTINÊ HAT XWARIN   Li eywana dadgehê dema ku sloganên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî Selo" hatin berzkirin berzkirin, dadger Hekîm Çelen bi gotinên "Qey hûn dixwazin polîs werin vê derê û mexdûriyet pêk were?" gef li beşdarvanên danişînê xwar.   BIRYAR: PEYWIRA DOZÊ DIVÊ LI DADGEHA CEZAYÊ ÇAPEMENIYÊ BE   Dadger Çelen diyar kir ku gotinên Demîrtaş ji ajansên nûçeyan hatine stendin û ji ber vê jî divê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê li vê dozê binêre.   TOGRÛL: EM Ê ÇOK DANEYNIN ERDÊ   Piştî bidawîbûna rûniştinê bi sedan kes bi sloganan ji Dadgeha Stenbolê derketin. Li pêşiya dadgehê parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl daxuyanî da. Togrûl got: “Em dibînin tifaqa AKP û MHP’ê li vî welatî saziyên darizandinê wekî ço bi ser kesên mûxalif dihejîne. Dixwazin HDP’ê derxînin derveyî siyasetê lê em diyar dikin ku, em ê çok daneynin erdê.”   Parêzer Firat Epozdemîr jî bal kişand ser tişta ku dadgeh siyasî tevdigere û got: “Ji ber ku gel li Amedê piştgirî daye rêzdar Selahattîn Demîrtaş, ev tişt ji wan re bûye kêşe.”