Girtiya nexweş Gemicioglu hat berdan 2017-10-27 17:16:54 STENBOL - Girtiya nexweş Yildiz Gemîcîoglu ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de bû û nexweşîna Wernicke Korsakoffê pê re heye hat tehliyekirin.  Girtiya nexweş Yildiz Gemîcîoglu ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê girtî bû bi biryara "Ji ber rewşa wê ya tenduristiyê, taloqkirina înfaza wê" hat tehliyekirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, mudurê girtîgehê li malbatê geriyaye û agahiya ku dê Gemîcîoglû bê tehliyekirin daye û ji malbatê hatiye xwestin ku tevî parêzer bên girtîgehê.    Wê malbat tevî parêzer biçe Girtîgeha Bakirkoyê.    17 sal in nexweşîna Wernicke Korsakoffê bi Gemîcîoglû re hebû.