Guler Tunç: DMME jî bû şahide hovîtiya hat jiyîn 2018-11-14 13:04:08   ŞIRNEX - Guler Tunç a beşdarî danişîna hevdîtina serlêdana hevjînê xwe Orhan Tunç ê li Cizîrê hat kuştin a li DMME’yê hat dîtin bû, hevdîtina di DMME’yê de weke rojek dîrokî nirxand û got: “Êdî DMME jî bû şahide hovîtî û sûcên dewletê yên li dijî mirovahiyê hat jiyîn.”   Duh li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) danişîna serlêdana Orhan Tunç û Omer Elçî yên di   qedexeyên derketina derve yên 2015-2016’an li navçeya Cizîra Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Strasbuorgê ya Fransayê hat dîtin. Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç dê bi jintiya xwe hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, Zeynep Tunç re beşdarî danişînê bûn.   'TIM BI GOTINA TERORÊ XWE PARASTIN'   Guler Tunç, darbarê danişîna hat dîtin de çavdêriyên xwe parve kirin. Tunç, diyar kir ku parastina li ser navê kesên jiyana xwe ji dest dayîn hat kirin, hemû kesên di salona dadgehê de bi bandor kir û wiha axivî: “Di vê danişînê de carek din kî mafdare, derket holê. Parastina li ser navê Tirkiyeyê hat kirin, ji demên derbasbûyî pir ne cûda bû. Tenê 3 pirs ji wan kirin. Lê ji ber ku tiştekê biparêzin tunebû, bi gotina ‘terorê’ xwe parastin û dibin vê gotinê de xwestin êrîşên xwe re nîşan bidin.”   'ROJEK DÎROKÎ BÛ'   Tunç diyar kir ku ew hêvî dike ku DMME biryarek erênî bide û wiha got: “Danişîn ji bo min pir hestiyar derbas bû. Ev danişîn ji bo hemû gelê Botanê şansek mezine. Êdî DMME jî bû şahide hovîtî û sûcên dewletê yên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Li ser navê Botanê dikarim bêjim rojeke dîrok hat jiyîn.”