Arîna biçûk bi nexweşînê, xwişk û birayên wê jî bi hesreta dayika xwe mezin dibin 2018-11-14 09:09:53   MÊRDÎN - Arîna biçûk a tevî dayika xwe Esma Yilmaz di girtîgehê de ye hindik maye bibe yek salî. Lê belê xwişk û birayên Arînê yên 8, 10 û 13 salî jî li derve bi hesreta dayika xwe ne. Bav Yilmaz, anî ziman ku piştî her hevdîtinê derûniya zarokan xirabtir dibe.    Arîn a biçûk ku tevî dayika xwe Esma Yilmaz di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Rihayê de ye, wê di 30'yê Mijdarê de bibe yek salî. Wexta Arînê 4 mehî bû tevî dayika xwe ket girtîgehê û niha li girtîgehê nexweşîna astimê, reflu û bronşîtê lê peyda bûye. Her diçe rewşa Arîna biçûk xirabtir ddibe û ji bo vê yekê tiştek nayê kirin. Her wiha xwişk û birayên Arînê yên 8, 10 û 13 salî yên li derve jî bi hesreta dayika xwe ne. Xwişk û birayên Arînê li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê tevî bavê xwe û bapîra xwe dijîn. Her hefte ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê.    ‘DERÛNIYA WAN XIRAB BÛ'    Bav Mihdî Yilmaz, anî ziman ku ewan heta niha gelek caran serlêdan pêk anîne, lê belê tu tişt ji evan serlêdanan derneketine. Yilmaz, destnîşan kir ku ji ber vê rewşê ew hatine mexdûrkirin û piştî her hevdîtinê derûniya zarokên wan serobino dibe û xirabtir dibe.    ‘TIM LI DIYA XWE DIGERIN'    Remziye Karakaş, dapîra Arînê ku li neviyên xwe dinere jî diyar kir ku ev rewş tesîrê li dibistan û jiyana neviyên wê dike û got: "Derûniya zarokên me xirab e. Tu bikî nekî ev rewş tesîrê li dersê wan jî dike." Karakaş, anî ziman ku ewilî neviyên wê pir digiriyan, lê niha jî tim çavê wan li rêya dayika wan e.    ‘HAY JI HER TIŞTÎ HENE'    Karakaş, anî ziman ku rewşa herî zêde ewan ditengijîne rewşa Arînê ye û got: "Dîsa jî em hêviya me heye ku wê rojekê werin. Piştî her hevdîtinê zarok serê xwe dixin ber xwe û vedigerin. Wexta diçin girtîgehê kêfxweş in. Wexta diçin hundirê girtîgehê dayika xwe hemêz dikin. Lê wexta vedigerin û dayika xwe li wir dihêlin, naxwazin vegerin. Zarok li benda dayika xwe ne û tim diprisin 'wê kengî derkeve'. Em ji wan re dibêjin. Hayê wan ji her tiştî heye. Fêm dikin."    MA / Ahmet Kanbal