Ji bo cezakirinê krîtera nû: Talûkeya nêz 2018-11-14 09:05:40 AMED - Di operasyona 9'ê cotmehê ya li dijî rojnameger û siyasetmedaran de 26 kes hatibûn girtin. Der barê 20 kesan de îdianame hat amdekirin. Yek ji van îdianameyan jî ya aktîvîsta TJA Pinar Işik e. Di îdianameya Işik de sûcdariya "di hundirê welat de krîtera talûkeyek nêz" jî lê hat zêdekirin û nêzî 20 sal ceza jê re hat xwestin.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê cotmehê de operasyona ku navenda wê Amed bû li 9 bajaran pêk hat rojnameger jî di nav de 142 siyasetmedar hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan gelek li emniyetê û dadgehê hatin berdan. Hevserokê Rêxistina HDP'a AmedÊ Mehmet Şerîf Çamçi û rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de 25 kes hatibûn girtin.    Dozgeriyê îtîrazî dadgehek bilindtir kir û der barê 7 kesan de biryara girtinê derxist. 7 kes carek din hatin binçavkirin û yek ji wan hat girtin.    ÎDIANAME CUDA CUDA HATIN AMADEKIRIN    Lêpirsîn ji aliyê gelek dozgeran ve hat birêvebirin. Heta niha ji 26 kesan der barê 20 kesan de îdianemeyên cuda hatin amadekirin. Hin ji van îdianameyan ji aliyê dadgehê ve hatin qebûlkirin û der barê hin îdianameyan de jî lêpirsî didome.    Di îdianameya hemû siyasetmedaran de PKK û KCK wek şablon hatin nîşandan. Hat îdiakirin ku kesên hatine girtin têkiliya wan bi "PKK û KCK" re heye. Her wiha Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û her wiha Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya Kesên Koçkirine (GOÇ-DER) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) ku bi KHK'ê hatin girtin jî îdia kirin ku bi "PKK û KCK" re girêdayî ne.    Yek ji van kesa îdianameya wê ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin aktîvîsta TJA'yê Pinar Işik e.    BEYAN WEK 'LI XWE MIKÛR' PÊŞKÊŞ KIR    Di îdianameyê de Işik bi îdiayên "Endama rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" tên tewanbarkirin. Sûcdariya derbarê Işik de spartin beyanên şahidên nepen Fîrar û Ezel û ev şahid dibêjin ku Işik "aktîvîsta TJA'yê ye û çûye Iraqê." Her wiha ji 29 parvekirinên Işik ên medya civakî jî bi "propaganda rêxistinê kiriye" hat sûcdarkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn di çarçoveya beyanên şahidên nepen de hatiye birêvebirin.    ŞAHIDÊN NEPEN BÊYÎ PAŞNAVÊ WÊ DIZANIBIN SÛCDAR KIRIN    Li ser îdiaya "Berpirsa Kordînasyona Girtîgehan a PKK/KCK'ê ya derve ye" ya şahidê nepen Fîrar, Işik bi îdiaya "Ji Kordînasyona Derve ya Girtîgehan e" hat sûcdarkirin.    Her wiha şahidê nepen Fîrar îdiayên xwe domand û Işik wek "Li ser navê TJA'yê xebata qada civakî ya KCK'ê birêve dibe" da sûcdarkirin. Ji ber vê sûcdariyê jî Işik wek "endama rêxistinê" hat nîşandan.    Derket holê ku şahidên nepen Fîrar û Ezel paşnavê Pinar Işik nizanin. Bi taybetî şahidê nepen Fîrar îdia dike ku bi Işik re xebitiye lê bes paşnavê wê nizan e. Balkêş e ku şahidê nepen Fîrar nav û paşnavê 8 kesên dizane.    DI ÎDIANAMEYÊ DE DESTNÎŞANA TAYBET A 'KONJONKTURE’     Her wiha di îdianameyê de balkêşiyek din jî ew e ku ji bo Işik bê cezakirin destnîşana taybet "konjokture" bê kirin û ""di hundirê welat de krîtera talûkeyek nêz" jî lê hat dosyeyê hatiye zêdekirin.    Bi vê îdianameya bi sûc û delîlên cuda hat amadekirin ji Işik re ji 7 salan heta 20 salan cezayê hepsê tê xwestin.    ŞAHIDÊN NEPEN SOKMEN JÎ BI HEMAN SÛCAN TEWANBAR DIKIN    Der barê Cengîz Sokmen ê girtî de jî îdianame hat amadekirin û ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Heman şahidên nepen Ezel û Fîrar di îdianameyê de Sokmen jî bi îdiaya "xebatkarê li qada civakî ya li ser navê PKK û KCK" sûcdar dikin. Her wiha Sokmen bi îdiaya "Li ser navê PKK/KCK'ê li bajaran xebat birêvebirin û fermana êrîşên li navenda dide" hat sûcdarkirin. Hat îdiakirin ku agahiyên der barê Sokmen de di dokûmanên 2 sal berê Volkan Silulik ê nasnavê wî "Navdar" ku li navçeya Hezo radestî cendermeyan dibe derdikive de cih digire.    Di îdianameyê derbarê Sokmen de ji sûcê"endamê rêxistinê ye" ji 7 salan heta 16 salan cezayê hepsê tê xwestin.