Gazina welatî ya ji bo qeyûm: Ka we av biribû her gundî? 2018-11-14 09:04:12 AMED - Li mezraya Serdalî ya girêdayî navçeya Sûrê welatî bê av in û avê ji gundê cîran dikşînin. Ji şêniyên gund Muhîttîn Altuntaş gotina qeyûmê Amedê ya "cihek me av nebiriyê tune ye" rexne kir û wiha bertek nîşan da: "Ka we av biribû her gundî. Ma em ne mirovin gelo?" Li mezraya navçeya Sûrê ya Amedê Serdalî welatî ev salek û nîv e nikarin pêdiviyên xwe yên ava vexwarinê pêk bînin. Mezra di sala 1968'an de ava bû. Di sala 1992'an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin. Şêniyên mezrayê neçar man koçî navenda Amedê û Stenbolê bikin. Welatî di salên 2000'î de vegeriyan gund û ji nû ve malên xwe çêkirin û gund şên kirin. Li mezrayê 7 mal hene û bi salane bi derfetên xwe ji bîrên kola ne pêdiviyên avê pêk tînin. Ev salek û nîv e ava bîrê çikiya û welatî şerpeze bûn e.    DAXWAZA WAN A AVÊ NAYÊ BERSIVANDIN    Ji ber tengezariya avê welatî bi roj diçin gund û dema diçin gund jî ji navenda Amedê ava xwe li gel xwe dibin û pêdiviyên xwe avê çareser dikin. Bîra welatiyan a hatibû rûxandin di sala 2015'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû çêkirin. Piştî ku bîr ziwa bû şêniyên gund serî li Miduriyeta Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) dan. Heta niha serlêdan ango daxwaza welatiyan a avê nehatiye bersivandin.    'EM NEÇAR BÛN GUND VALA BIKIN'    Ji şêniyên mezrayê Muhîttîn Altuntaş (63) behsa mexdûriyeta gund kir û wiha got: "Şaredariyê xizmetê biriye hemû gundên derdorê, lê em ji vê xizmetê bêpar mane. Ji ber av li gund tune ye em bi roj diçin û vedigerin Amedê. Ji ber av nîne em nikarin çandiniyê jî bikin. Cihê av lê tune be, jiyan jî lê tune ye. Me gundê xwe ji ber avê vala kiriye. Heke ava gund hebûya em ê li gund bimînin. Lê em neçarin gund vala bihêlin."    'JIYAN RAWESTIYAYE'    Altuntaş gotinên "Gundekî me av nebiriyê tune ye" yên Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla bibîr xist û wiha bertek nîşanî qeyûm da: "Ka weav biribû her gundî. Li gundê me av tune ye. Em ne mirovin gelo?" Li vir jiyan rawestiyaye. Heke naxwazin em bijîn, bila me ji nexşeyê paqij bikin."    Altuntaş her wiha bal kişand ser pirsgirêkên rê jî û got: "Me serî li rayedaran da lê ji me re gotin 'ji bo em rê çêbikin, butçeya me tune ye.' Em dixwazin bila rêya me jî bê qîrkirin."