Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hat veşartin 2018-11-13 18:53:03       DERSIM – Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan, li gundê Temanê hat veşartin. Her wiha Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û parlementerên HDP'ê jî di nav de bi sedan kesên ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin, di şiverêyan de ber bi gund ve çûn û tev li merasîma cenaze bûn.    Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan (94) li gundê Teman ê navçeya Mazgirtê ya dersimê hat veşartin. Hevserokê Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê Mûsa Farisogûllari, Erdal Aydemîr, Omer Ocalan û rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Amed, Xarpêt, Çewlîg, Riha û navçeyên wan, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, rêveberên KOmeleya 78'an û bi sedan welatî tev li merasîma cenaze bûn.    HATIN ASTENGKIRIN    Leşkeran ji danê sibehê ve têketin û derketina gundê Gomanê bi wesayîtên zirxî girtin. Bi sedan kesên ji bo merasîma cenaze hatin, nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Parlementerên HDP'ê û bi sedan welatiyên xwestin tev li merasîmê bibin, 15 kîlometer dûrî gund ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û astengkirin. Leşkeran îdia kir ku li ser rê bombe hatine bicihkirin û Walîtiya Dersimê ji bilî xizmên Doganê nehiştiye kes tev li merasîma cenaze bibe.    PARLEMENTER DI ŞIVERÊYAN DE BERÊ XWE DAN GUND    HLi ser vê parlementer û bi sedan welatî di şiverêyan de berê xwe dan gund û piştî 2 saetan gihan gund. Her wiha destûra xwarina ji bo mêvanan ji Qereqoçaxa Xarpêtê anîn jî nedan û xwarin paş ve hat şandin.    Merasîma cenaze ya Kebîre Dogan li ber mala wê hat kirin. Paşê keça wê Arîfe Yildirim axivî û got: "Diya min 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiya kurd de winda kir. 94 salan bi êşa zarokên xwe jiya. Pir girêdayî hevalên kurê xwe bû. Hevalên Mazlûm û Delîl ji wê re digotin 'dayika gorkî'. Dayika min pir dilbirehm û xêrxwaz bû. Hezkirineke wê ya mezin ji bo têkoşîna ku zarokên wê di oxira wê de çûn hebû."    ‘DAYIKA BI MILYONAN MAZLÛMAN BÛ'    Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, anî ziman ku sedena astengkirina wan ji ber ku Kebîre dayika Mazlûm Dogan e. Ozturk got: "Dayika Kebîre tenê ne dayika Mazlûm Dogan, dayika bi milyonan mazlûman bû. Mazlûm Dogan li Girtîgeha Amedê vê feraseta dewletê şermezar kiribû. Û gotina 'Berxwedan Jiyan e' ji me re hişt. Ji bo em tev li merasîma cenazeyê dayiak Kebîre nebin rêya me girtin. Lê ji bo em xwedî li cenazeyê dayika xwe derkevein me zor û zehmetî dan ber çavên xwe û em hatin."    Ozturk, anî ziman ku Leyla Guvenê mîrateya Mazlûm Dogan a li Girtîgeha Amedê dewr girtiye û got: "Leyla Guven li hemberî faşîzmê bi greva birçîbûnê li ber xwe dide. Gelê me tu carî çok danenî û wê daneyne jî."    Piştî axaftinan Kebîre Yilmaz li cem hevjînê xwe Kazim Dogan hat veşartin.