Sîsê Bîngol: Berî bimirim, dixwazin biçim gundê xwe| 2018-11-13 16:23:03     MÊRSÎN - Girtiya nexweşîna giran Sîsê Bîngol, di hevdîtina li girtîgehê bi keça xwe re kir de, got: "Berî bimirim min ji vir derxînin û dixwazim biçim gundê xwe."   Xeteriya li ser jiyana girtiya nexweşîna giran Sîsê Bîngol a derbarê wê de 4 sal û 2 meh cezayî hat dayîn, berdewam dike. Bîngol a di 2'yê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê, hem ji bo kontrola tenduristiyê û hem jî bo ku rapora bê ka rewşa wê ya destûristiyê dide, li girtîgehê bimîne an nemîne  bê derxistin sewkî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê hatibû kirin. Bîngol a ku 8 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, ligel ku rewşa tenduristiya wê nebaş bû jî, pêr dîsan şandin girtîgehê. Di heman demê keça Sîsê Bîngol xwestibû ku li nexweşxaneyê li dayika xwe mêze bike, lê ev daxwaza wê hatibû redkirin.    Bîngol a ku di hevdîtina heftane de bi keça xwe re hevdîtin kir, ji bo hemû kesên ku piştgirî dan wê spas kir û wiha got: "Berî ku bimirim min ji vir derxînin. Ez dixwazim biçim gundê xwe." Keça Bîngol jî, diyar kir ku tehlîlên xwîna dayika wê nehatin kirin û wiha got: "Ji ber ku dayika min gelek nexweş bû tehlîlên wê nehatine girtin.  Ji bo raporê min ji dayika xwe re gotibû ku tahlîla xwîna xwe bistîne. Ew ji hevalên xwe yên girtîgehê hêzê digire. Hevalê wê hemû pêdiviyên wê bi cih tînin. Dayika min banga hestiyariyê li raya giştî kir û dixwaze di demek zûtirîn de derbikeve û biçe gundê xwe."