Di doza Medenî Yildirim de 'rapora kifşê' dîsa nehat 2018-11-13 16:09:09   AMED - Di danişîna doza Medenî Yildikim ê li navçeya Lîcê dema avakirina qereqolê şermezar dikir eskeran gule lê barandin û kuşt, rapora kifşê ku li bendê bûn dîsa nehat. Parêzerê Yildirim, diyar kir ku bi fikar in ku dosyayê têkeve pêvajoya demboriyê.    Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzanê yê Navçeya Lîceyê ya Amedê dema welatî li dijî avakirina kalekol-qereqolê çalaki pêk anîn, eskeran li ser wan gule reşand. Di encama gulebaranê dê de Medenî Yildirim li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Danişîna doza Yildirim ku esker Adem Çiftçî tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Çîftçî ku der barê wî de bi îdîaya “Di bin tahrîka neheq de bi zanebûn kuştiye" heta 18 salan ceza jê tê xwestin. Piştî dadgehê der barê Çiftçî de biryara beraatê da, dadgeha îstînafê doz xera kir û danişîna 2’emîn li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji ber bersûc Çiftçî ji danişînê muaf hat girtin tev li danişînê nebû. Dayika Yildirim Fahriye Yıldırım, xizmên wê û parêzerê malbatê amade bû. Polîs û eskeran li hundir û dervê salona danişînê tedbîrên mezin girt. Di danişînê de xwestin kêmasiyê dosyayê temam bikin.    DAYIK YILDIRIM: EZ DOZDAR IM   Dayika Yildirim, Fahriye Yildirim a tev li danişînê bû, diyar kir ku ew ji eskerê ku bera kurê wê daye û 2 fermandarên ku ferman dane dozdar e û xwest ew jî bên darizandin û cezakirin. Parêzera malbata Yildirim Prz. Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku hem di danişinê de hem jî di dadgeha îstinafê de berî biryarê û piştî biryarê daxwazên wan hebû. Yalçindag, anî ziman ku ev daxwazên wan pêk nehatin û xwest daxwazên wan ên pêk nehatiye ji nûve li ber çavan bê girtin û pêk bînin. Yalçindag, da zanîn ku kuştina Yildirim îhlalek mezin a mafên mirovan e û wiha got: "Divê li gorî vî sûcê lêpirsîn bê kirin û ceza bê dayîn. Der barê 2 fermandarên ku ferman dan de lêpirsîn nehat kirin. Divê 2 fermandar jî bên darizandin. Bi mehan e dosyaya raporê nayê aşkerekirin. Gelek dosyayên wekî wê ketin pêvajoya demboriyê. Em bi fikarin ku ev dosya jî têkevin pêvajoya demboriyê.    Yalçindag, xwest ji bo dadgeha Asliye Ceza ya lîcê rapora keşfê ya li cihê bûyerê bi lez bike nivîs bê şandin.    Heyeta dadgehê jî ji bo nivisa muzakereya amadekirina rastkirina raporê ji Dadgeha Asliye Ceza re bê şandin, danişîna dozê taloq kir.