Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş hat berdan 2018-11-13 16:45:45   MÊRDÎN - Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, di danişîna 3’yemîn a doza derbarê wê de hatibû vekirin, hat berdan.   Danişîna 3’yemîn a doza derbarê Hevşaredara navçeya Mahsertê ya Mêrdînê Îpek Guneş a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û di 6’ê Çileyê de hatibûn girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Îpek a bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” hat darizandin, ne anîn salona danişîne. Parêzerê Îpek Necîm Dag di danişînê de amade bû.    Dag di parastina kir de, diyar kir ku darizandina Îpek siyasî û xwest muwekîla wî bê berdan.Dadgehê dûre, biryara xwe ya navberê eşkere kir, biryara berdana Îpek da û danişîn taloqî 8’ê Çileya 2019’an kir.