Koçyigît: Di 6 mehên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirin 2018-11-13 15:05:10   ENQERE - Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulustan Kiliç Koçyîgît, têkildarî nexweşiya Spinal Muskuler Atrofi (SMA), bi armanca Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bibersivîne pirsname da meclîsê. Kiliç Koçyigît, diyar kir ku li gorî Komeleya Têkoşîna bi Nexweşiya SMA re di 6 mehên ewil ên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirine.    Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulustan Kiliç Koçyîgît, têkildarî nexweşiya Spinal Muskuler Atrofi (SMA), bi armanca Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bibersivîne pirsname da meclîsê. Kiliç Koçyigît, diyar kir ku li gorî Komeleya Têkoşîna bi Nexweşiya SMA re di 6 mehên ewil ên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirine. Koçyîgît ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn:    1- Li Tirkiye çend Nexweşên Spinal Muskuler Atrofi (SMA) heye?  Sînorê temenên nexweşên SMA  çend in. Li gorî bajaran hêjmara wan çiqas e?    2 - Di nava salên 2016 û 2018'an ku îlac hebû de bi giştî çend zarokên nexweşê SMA jiyana xwe ji dest dan. Çend ji wan tîpa1- tîpa2, tîpa3 û tîpa4 a SMA ye?    3- Çend zarokên tîpa1 a SMA ku di çarçoveya Ewlehiya Civakî (SGK) dene tên dermankirin. Çend zarok dermankirina wan bi dawî bûne û çend zarokên ku dihatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dane.    4 - Tu xebatên wezaretê yên ji bo parastin û tedawiya nexweşiyên SMA  heye ya na? Ger ku hebin çine?    5- Nexweşiya SMA  tê dermankirin ya na? Dayik û bavên ku nexweşiya SMA  bi wan re heye dikarin bibin xwedî zarokên bi tenduristî?