ÎHD: Bila KHK’a hejmara 696’an bê betalkirin 2018-11-13 14:44:14   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo betalkirina KHK’a hemara 696 a pêkanîna kincên yek tîpî, banga têkoşîna hevpar kir.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, pêkanîna kincên yek tîpî şermezar kir. Civîna şermezarkirina li avahiya komeleyê pêk hat û pankarta “Kincên yek tîpî işkenceye” bi salonê ve hat kirin. Endama komîsyonhê Hatîce Onaran di civîna daxuyanî de axivî û wiha got: “Ên li derve her çendî girtîgehan dûrî xwe bibînin jî, desthilatdarî bi girtîgehan bi rengekî organîze êrîşê dibe ser derve." Onaran gotinên serokwezîrê dema Komkujiya Ulucanlar a Enqerê ya 1999'an bi bîr xist , ku gotibû, "Heta ku em serdestî girtîgehan nebin em nikarin serdestî derve bibin" û got, piştî vê daxuyaniyê 10 girtî hatine kuştin.   'BINPÊKIRINÊN MAFÊ MIROVAN BÛNE ÊŞKENCE'   Onaran behsa binpêkirinên mafê mirovan ên piştî ragihandina Rewşa Awarte kir û wiha bilêv kir: “Binpêkirin veguherîne îşkenceyê û bi pêkhatina ferzkirina kincên yektîpî wê zêdetir mafê mirovan werin binpêkirin. Desthilatdariyeke ku kincên yekreng li girtiyan bike, wê wan bike berfermandarên bi unîforma yên rajêrî desthilatdariyê bûne. Heke bikaribe vê bike, ango, heke bikaribe girtiyan dîl bigire, çi karker, kedkar, xwendekarê ku rajêr nebûne, desthilatdarî wê êrîşeke giran bi ser wan de bibe. Ji ber ku dema ku vîna berxwedanê şikest, bê dudiliyê wê zêdetir êrîşê bîne. Kincên yekreng her çendî bi girtîgehan dest pê bike jî, parçeyek ji wê êrîşê ye ku dixwaze civakê bike yekreng."   'DIVÊ EM DENGÊ XWE RAKIN'   Onaran di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê KHK’a hejmara 696'an ku ferzkirina kincên yekreng vedihewîne, were betalkirin û em dixwazin li dijî kincên yektîpî her kes dengê xwe bilind bikin.”