Polîsan li pêş meclîsê 2 hekîm binçav kirin 2018-11-13 14:36:30   ENQERE - Polisan 2 hekîmên ku xwestin pêşnûme-qanûna torbe ya "Astengkirina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" ku AKP'ê pêşkêşî meclîsê kir şermezar bikin, li pêş meclîsê binçav kirin.    Hekîm Mihrîban Yildirim û Onur Erden, li pêş deriyê Dikmen ê Meclîsê bi armanca pêşnûme-Qanûna torbe ya "Astengkirina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" ku AKP'ê pêşkêşî meclîsê kir, şermezar bikin çalakî pêk anîn. Hekîmên ku hatin îxrackirin û di lêpirsîna ewlehiyê re derbas nebûn, li dijî xala 5'an ku rê li pêş xebata wan a bi nexweşxaneyên taybet ên bi SGK'ê re peyman çêkirine digire bertekên xwe anîn ziman. Yildirim û Erden ku bertekên xwe anîn ziman hatin binçavkirin. Polîsan Yildirim û Erden, dowîzên “Mafê me yê perwerde û xebatê nayê astengkirin" û “Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin" vekirin.