Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê kirin 2018-11-13 13:27:49   AMED – Kesekê nasnameya wî ne diyar, bi çeke êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bismilê kir.     Li Amedê, duh bi şev saet 01.00’an de, êrîşa çekdarî li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bismilê pêk hat. Kesekî nenas saet 1'ê şevê gule li avahiya HDP'ê ya navçeya Bismil a Amedê reşand. Ji ber ku wê wextê kesek li avahiyê nebû, tiştek bi kesî nehat, lê xisarek biçûk a madî rû da.   Polîs piştî êrîşê hatin cihê bûyerê û li avahiya partiyê lêkolîn kirin. Li gorî şahidan, kesekî 25-30 salî êrîş pêk anî. Rêveberên HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û gilî kirin.