‘Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe’ 2018-11-13 09:55:33   AMED – Ciwanan banga beşdariya 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku dê li Amedê pêk bê kirin û gotin: “Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe.”    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 25’ê Mijdarê de 2’yemîn Kongreya xe ya Asayî li Eywana Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezana Amedê li dar bixe. Dê Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP’ê beşdarî kongreyê bibin. Ciwanan der barê kongreyê de agahî dan û banga beşdariya kongreyê kirin.    Ji ciwanan Arzu Candan diyar kir ku bi xebatên kongreya wan re zext jî li ser ciwanan zêde bûne û endamên meclîsa wan bi revandin û binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin. Candan got dê polîtîkaya zextan birêve dibe negihîje encamê û ciwan bi awayek hêz xebata xwe birêve dibin.    ‘EM Ê BERSIVEK XÛRT BIDIN PIŞAFTINÊ’    Ji endamê Meclîsê Berxwedan Yenî jî anî ziman ku li gel xebatên wan di bin zextan de didomin jî dixwazin xwe bigihînin hemû ciwanan û got: “Hevalên me tên binçavkirin û tacîzkirin. Tevî van hemû zextan jî xebatên me didomin. Ji sala 2016’an ve dewlet bi awayek micid bi ser ciwanan ve tê. Em ê di kongreyê de bersivek xûrt bidin polîtîkaya zext û asîmîlasyonê. Em ê bi kongreya xwe re bikevin pêvajoyek berxwedana xûrt. Divê hemû ciwan beşdarî kongreyê bibin û deng bidin dengê me. Carek din em qîr bikin ku serî tewandin tune ye.”    ‘AZADÎ BI CIWANAN VE GIRÊDAYÎ YE’   Ji endamê Meclîsê Adem Akgul jî destnîşan kir ku bi zextên li ser ciwanan re zext li ser tevahiya civakê belav bûne û wiha got: “Tevî hemû zextên dewletê jî ciwan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayek micid xwe birêxistin dikin û xebata xwe didomînin. Azadî birêxistinê ve girêdayî ye. Ciwan bi berxwedana xwe her roja ku diçe hişmendiya wan zêdetir dibe û di encama vê yekê de jî polîtîkaya bêzarkirinê beralî dike. Têkoşîna gelê kurd wê bi rêxistinê bigîhîje serkeftinê. Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe. Em hemû ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeyê bedixwînin kongreya xwe ya li Amedê. Em ê di vê kongreyê de bibînin ku polîtîkaya tunekirinê ya dewletê dê bêencam bimîne. Ciwan dê bi berxwedanê bigîhîjin serkeftinê.