Dozger serlêdana malbata Ocalan red kir 2017-10-27 15:26:42 STENBOL -  Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girrtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê dîsa serlêdana malbatan red kir.  Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriya Komarê carek din serlêdana malbatan red kir.