Li Colemêrgê Rewşa Awarte didome 2018-11-13 09:21:11 COLEMÊRG - Her çend bi awayekî fermî Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê li Colemêrg û navçeyên wê didome. Li bajêr herêmên qedexe, venêrîna GBT'yê, noqteyên kontrolê, çêkirina qereqol û qaleqolan didome û li her derê MOBESE û wesayîtên zirxî hene.  Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin û 7 caran dema wê hat dirêjkirin, di 18'ê Tîrmeha 2018'an de bi awayekî fermî bi dawî bû. Her çend bi awayekî fermî bi dawî bûbe jî, lê li Colemêrgê û navçeyên wê hîn jî didome. Ji ber vê li bajêr û navçeyên wê tu daristan nemaye nehatiye şewitandin, tu mal nemaye bi ser de nehatiye girtin û tu zozan nemane nehatine qedexekirin. Ji ber vê li bajêr sewalvanî, turîzma xwezayê û hemû kar û barên aboriyî hema bêje hatine rawestandin. Li bajêr 15 rojan carekê gelek herêm wekî "herêmên ewlehiya taybet" tên îlankirin.    NAVENDA BAJÊR    Li navenda bajêr bi hinceta "ewlehiyê" rêyên taxana bi herfiyatê hatine girtin û her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbe, hîn jî rêyên hatine girtin nehatine vekirin. Kolana Kirk Konûtlar û rêya Xenanîsê ku du sal berê bi hinceta "ewlehiyê" hat girtin hîna jî harfiyata hatiye rijandin nehatiye rakirin. Her wiha li têketina bajêr li noqteya kontrolê ya Depînê venêrîna GBT'yê tim heye. Ji ber vê noqteyê gelek wesayît tên sekinandin.    GEVER    Li navçeya Geverê li Oremar, rêya diçe Îranê, rêya Wan-Colemêrgê û rêya diçe Şemzînanê gelek noqteyên polîsan hene. Her çar aliyên navçeyê bi noqteyên polîsan hatine girtin û li navenda bajêr jî wesayîtên zirxî tim digerin. Li noqteya venêrînê ya Yenîkopruyê ku 30 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, gelek wesayît tên sekinandin û ji ber vê welatî bêzar bûne. Li Deriyê Sînor ê Esendereyê ku turîstên îranî tê re diçin û tên ji ber noqteyên kontrolê welatî gelekî mexdûr dibin. Her wiha li gelek deverên bajêr MOBESE hatine bicihkirin.    ŞEMZÎNAN    Li Şemzînanê jî hema bêje ji ber polîtîkayên ewlehiyê jiyan rawestiyaye. Navenda navçeyê 24 saetan bi MOBESE'yan tê şopandin û li gir û tepeyên wê gelek qereqol û qaleqol hatine çêkirin. Hema tenê li gundê Navberojanê ku nêzî sînor e 11 qereqol hene û her wiha li derdora Şapatanê jî qereqolên nû tên çêkirin. Rêya di navbera Şemzînan û Geverê de ku 45 deqîqe ye, ji ber noqteyên venêrînê car heye bi saetan didome. Li hemû fetlonekên rêyê wesayît tên sekinandin û nasname tên kontrolkirin.    ÇELÊ    Li Çelê jî rewş heman tişt e. Hema bêje li navçeyê tu dever nemaye ku nehatiye qedexekirin û noqteyên venêrînê lê tune bin. Li navçeyê li serê her tepeyî hema bêje qereqol hene û qaleqol-qereqolên nû jî tên çêkirin.