Dayika nexweşê epilepsî yê girtî: Nahêlin kurê min derman bibe 2018-11-13 09:20:24 EDENE - Guzel Keleş, diyar kir ku rayedarên girtîgehê destûr nadin kurê wê Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bê dermankirin û wiha got: "Kurê min 2 salin ji ber nexweşiya epilepsiyê tê dermankirin. Lê ji ber ku dermankirina wî li hundir asteng dikin em bi fikarin.  Girtiyê nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye. Dayika Selami Keleş Guzel Keleş, ji ber tenduristiya kurê xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da û alîkariya hiqûqî xwest. Guzel Keleş destnîşan kir ku kurê wê nayê dermankirin. Keleş a di 25'ê Cotmehê de kurê xwe li nexweşxaneyê ziyaret kir û pişt re serî li ÎHD'ê da, der barê rewşa kurê xwe de agahî da Ajansa Mezopotamya  (MA)'yê.    Keleş, da zanîn ku kurê wê girtiyê nexweş e û nayê dermankirin û wiha got: "Kurê min ji min re got 'Li ser me zext zêde ne. Pirtûkên me ji destê me girtin. Ji ber em li ser piyan hêjmarê nadin em rastî îşkenceyê tên. Ez jî di navde li 21 kesan ji bo her kesekî 50 roj cezayê hucreyê li me biriye. Em jimartina li ser piyan qebûl nakin. Ez girtiyekî nexweş im û nayêm dermankirin. Min tenê dibin revîrê. Îlacê min ji kêm didin min. 4 hevalên min sirgûn kirin. Dikarin me jî sirgûn bikin'. Ez bi fikarim ku nexweşî li bedena kurê min belav bibe. Kurê min 2 salin ji ber nexweşiya epilepsî derman dibe. Lê ji ber li hundir dermankirina wî asteng dikin dibe ku nexweşiya wî belavbibe. Em dixwazin li gorî pêdiviyê nexweşiyê baş û rast bê dermankirin. Em dixwazin neqlî girtîgehek nêzî nexeşxaneyê bikin. Kurê min 8 salin girtî ye. Hem kurê min û hem jî hemû girtiyên nexweş nayên dermankirin. Dermankirina wan aseng dikin. Divê girtiyên nexweş bên berdan û li gorî şertên baş bên dermankirin. Em bang li hemû rayedar û parazvanên mafên mirov û hiqûqnasan dikin ku hestiyar tev bigerin."