Ji ber wêneyê Ocalan 6 sal û 3 meh ceza birîn 2018-11-13 09:20:08 RIHA – Hêlîn Yusuf a 25 salî ku ji Bakurê Sûriye ye û dema diçû Stenbolê hat binçavkirin û girtin,  diyar kir ku bi sedema di flaş bellek a li ser wê hat girtin de wêneyê Ocalan heye bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn.  Hêlîn Yusuf a 25 s salî ku ji Bakurê Rojhilat ê Sûriyeyê ye, niha li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 tê girtin. Helîn Yusuf, bi riya nameyekê çîroka girtina xwe û cezayê lê hatiye birîn ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re vegot. Hêlîn Yusuf, anî ziman ku ji ber di wêneyên flaş beleka li ser wê hatiye girtin de wêneyê Ocalan heye, dadgehê bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hepsê birî. Yusuf, da zanîn ku ew ji Navçeya Dêrika Hemko ya Bajarê Hesekê ye û wiha got: "Ez çend sal berê hatim li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi cih bûm. Ji bo ez ji Cizîrê biçim cem nîşaniyê xwe yê Danimarka di 26'ê tebaxa 2017'an de ketim rê. Ez ji Şirnexê bi rêya bejayî ketim rêya Stenbolê. Ez li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatim girtin. Ez û tevî 4 xizmên xwe li ser şikê hatim binçavkirin. Piştî lêpirsîna li TEM'ê ya Rihayê xizmên min serbest hatin berdan û ez hatim girtin. Ji ber di wêneyê flaş belekê de li pişt min wêneyê Ocalan hebû, çend rojan zêde di bin çavan de mam. Tevî ku min bi tirkî nizanîbû jî bêyî wergerê û parêzer îfadeya min girtin. Beyî ku ez girtekê bixwînim girtek bi min dan îmze kirin. Girteka ku di elehê min de amade kiribûn bi min dan îmzekirin."    EZ NIZANIM DI GIRTEKÊ DE ÇI NIVÎSANDINE   Heyeta dadgehê Hêlîn Yûsuf, di 8'ê Cotmeha 2017'an de bi îdîaya "Endamtdiya Rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê. Hêlîn Yusuf ku di beşa Zimanê Erebî û Wêjeyê de zanîngeh kuda kiriye, tenê zimanê kurdî û erebî zane. Lê bi zimanê tirkî nizane. Yusuf, da zanîn ku ji ber bi zimanê tirkî nizane, nizane di girteka îmze kiriye de çi hatiye nivîsandin. Yusuf, bilêv kir ku dîsa der barê dosyaya wê de biryara nepenî heye û hem ji ber bi tirkî nizane û hem jî ji ber di der barê dosyaya wê de biryara nepenî heye nizane bi çi sucî tê darizandin. Yusuf, anî ziman ku piştî doz lê hat vekirin û şûnde fêr bû ku ji ber wêneyê di flaş belekê de tê darizandin.    Yusuf, da zanîn ku di wêne de cilên sivîl lê ne û li pişt maseya ku li ser rûniştine weneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye. Yusuf, bibîrxist ku bi îdîaya "Endama YPG-PYD'ê" hat sucdarkirin û di 26'ê Nîsanê de di danişîna 3'emîn de dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî.    PRZ. POLAT: LÊPIRSÎN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Parêzera Yusuf, Prz. Guler Kiliç Polat jî anî ziman ku di serdema binçavkirinê de girteka hatiye girtin û pêvajoya lêpirsînê li dijî hiqûqê ye. Prz. Kiliç destnîşan kir ku dema li girtîgehê muwekila xwe ziyaret kir li dibistanek Bakurê Sûriyeyê wêne kişandiye û li gelek herêmên Bakur heman wêne hene û wiha got: "Tu eleqeya muvekîla min û rêxistinê bi hevre tune ye. Ji bo endamtiya rêxistinekê tenê wêne nabe delîl. Prz. Polat, anî ziman ku wan biryar li 3'emîn Daîreya Dadgeha Herêmî ya Dîlokê îtîraz kiriye û heyetê biryara dadgeha herêmi erê kiriye. Prz. Polat, destnîşan kir ku wan ji bo  temyizê serî li Dadgeha bilind dane û li benda encama dadgeha bilind in.