Cezayê dîsîplînê dan zarokê ku gardiyan xwest wî bifetisîne 2018-11-13 09:17:57 MÊRDÎN - Zarokê girtî F.T. yê li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê bi fetisandinê hatibû derbkirin bi hinceta "we bûyer pir mezin kir" cezayê dîsîplînê lê birîn. Gardiyanê li zarok da û xwest wî bifetisîne jî hêj li ser karê xwe ye.      Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê zarokên girtî Y.T.O, B.N., F.T., R.Y. û O yê paşnavê wî nehat hînbûn, xwestin Roja Kobanê ya Cîhanê pîrzbahiyê li dar bixin. Dema zarokan dixwest pîrozbahî li dar bixin gardiyanek li zarokê bi navê F.T. da û xwest wî bi fetisîne, lê hevalên wî bi zorê rizgar kirin. Midûrê Girtîgehê Ferda Keskîn bûyer pişt rast kir. Piştî bûyer li ser çapemeniyê belav bû, Wezareta Dadê lêpirsîn da destpêkirin. Lê gel vê lêpirsînê jî gardiyan H., li ser kar e û derbarê wî de tu muameleyek nehat destpêkirin û hêj li ser peywîra xwe ye.    ZAROK ŞANDIN BLOKÊN CUDA    Piştî bûyera qewimî zarokê temenê wî bûye 18 sewqî Girtîgeha Jimara 1'an a Amedê kirin û zarokên din jî xistin blokên cuda. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin cezayê hefteyek ê hevdîtinê li F.T. birîne. Xwişka R.Y, Yekbûn Y. ku îro çû hevdîtina birayê xwe hevdîtin pêk anî. Yekbûn diyar kir ku birayê wê hildane qawîşekê û Y.T.O, B.N. û F.T. jî birine blokek din.    ‘WE EW KARÎ PIR MEZIN KIR'    Yekbun Y., agahiyên birayê pê re parve kirin e wiha vegot: "Zarokek ku temenê wî bûye 18 şandine Girtîgeha Jimara 1'an a Amedê. Birayê min li blokê bi tena serê wî hiştine. Zarokên din jî li blokek din heps kirine. Hefteyek cezayê hevdîtinê dane F.T. Îdareya Girtîgehê ji zarokan re gotiye 'We çima bûyerê ji derve re gotiye. We vî karî gelek mezin kir û belav kir.' Pişt re cezayê dîsîplînê li F.T. birîne û zarokan şandine blokên cuda. Ji ber ku birayê min bûyerê ji derve ragihand wî bi tena serê wî li blokekê hiştine."    PIRSAN MIDÛR HÊRS KIR    Têkildarî mijarê me xwest em bi Midûrê Girtîgehê Ferda Keskîn re bi rêya telefonê hevdîtinê pêk bînin. Keskîn got ew ê li ser telefonê bersiv nede pirsan û ew nikare agahiyan bide. Hêjayî gotinê ye ku Keskîn ê bersiv neda pirsan bi hêrs di telefonê de diaxivî.      MA / Ahmet Kanbal