Li Îzmîrê keştî noq bû 2018-11-12 21:19:27   ÎZMÎR - Li herêma Denîzkoy ya navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê danê sibehê keştiyek noq bû. Hat diyarkirin ku 4 jê zarok cenazeyê 6 kesan hatiye dîtin.    Li herêma Denîzkoy a navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê danê sibehê keştiyeke ku penaber tê de bûn noq bû. Hat diyarkirin ku ji kesên di keştiyê de bûn dudo jê bi avjeniyê xwe gihandin peravê û ji bo 10 kesên din jî xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin. Ekîpmana ewlehiya peravê xwe 4 jê zarok xwe gihandin cenazeyê 6 penaberan. Penaberên hatin xelaskirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîkîliyê. Hat diyarkirin ku 4 penaber winda ne û xebatên ji bo dîtina wan didomin.    Hatibû diyarkirin ku di keştiyê de 14 jê afgan 1 jê jî îranî 15 penaber hebûn.